• Friday, 31 January 2025
logo

Herî kêm û herî zêde li kîjan bajaran zarok ji dayîk bûne?

Gulan Media January 27, 2025 Civakî
Herî kêm û herî zêde li kîjan bajaran zarok ji dayîk bûne?

Par herî zêde li Stenbolê û herî kêm jî li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê zarok ji dayîk bûne.

Li gorî amarên Birêveberiya Giştî ya Nifûsê û Karûbarên Welatiyan a Tirkiyeyê, 2024an li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê 937 hezar û 369 zarok ji dayîk bûne ku 15 hezar û 65 cêwîk, 290 sêwîk û 6 çarwîk bûne.

Herî zêde li Stenbolê 149 hezar û 889 zarok ji dayîk bûne û herî kêm jî li Dêrsîmê ku tenê 267 zarok ji dayîk bûne.

Li Enqereyê jî 53 hezar û 497 zarok ji dayîk bûne.

Li bajarê Tirkiyeyê herî zêde navê "Alparslan" li pitikan hatiye kirin

Li gorî amaran li bajarên Tirkiyeyê lêkirina navên netewperest ên wekî Alparslan, Goktug û Metehan zêde bûye û herî zêde navê Alparslan li zarokan hatiye kirin ku hikûmdarê Dewleta Selçûqiyan bû.

Sala borî navê Alparslan li 8 hezar û 304 pitikan hatiye kirin û piştî Alparslan jî disa navê netewperest Goktug bi 5 hezar û 796 pitikan di rêza duyem de ye.

Navê Yusuf li 5 hezar û 34 pitikan hatiye kirin û navê Metehan li 4 hezar û 878 pitikan hatiye kirin.

Navên herî zêde li keçikan hatine kirin: Defne, Asel û Zeynep

Sala borî navên ku herî zêde li pitikên keç hatine kirin Defne, Asel, Zeynep, Asya û Gokçe bûne.

7 hezar û 661 navê Defne, 7 hezar û 554 navê Asel, 6 hezar û 722 navê Zeynep, 5 hezar û 167 navê Asya û 4 hezar û 838 navê Gokçe li pitikên keç hatiye kirin.

Birêveberiya Giştî ya Nifûsê û Karûbarên Welatiyan a Tirkiyeyê derbarê navên li bajarên Bakurê Kurdistanê li pitikan hatine kirin ti zanyarî belav nekirine.

Ji ber wê jî nayê zanîn li Bakurê Kurdistanê herî zêde kîjan nav li pitikan hatiye kirin.

 

Rudaw

Top