• Wednesday, 03 July 2024
logo

‘Piraniya nexweşên AIDSê ji derveyî Herêma Kurdistanê hatine’

‘Piraniya nexweşên AIDSê ji derveyî Herêma Kurdistanê hatine’
Li gor ragihandineke wezareta tendirûstiyê li Herêma Kurdistanê 19 rewşên vayrosa AIDSê li hene.

Berdevkê wezareta tendirûstiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Xalis Qadir ji Rûdawê re got: “Li Herêma Kurdisanê 23 nexweşên vîrosa AIDSê hebûn û 4 ji wana jiyana xwe ji dest dane. Niha 19 nexweş hene, ji bilî nexweşekê 18 nexweşên din demekê li derve jiyankirine û piştre vegeriyane Herêma Kurdistanê.”

Dr. Xalis diyar kir ku di nava welatiyên biyanî yên ku serdana Herêma Kurdistanê kirine de 85 rewşên tûşbûna bi vîrosa AIDSê hatine dîtin û hemû jî ji bo welatê wan hatine vegerandin.

Berdevkê wezareta tendirûstiyê derbarê dîtina rewşên tuşbûyî yên di nava îsal de got: “Ji despêka 2012an ve 7 rewş hatine tomarkirin û 2 ji wan rûniştvanê Herêma Kurdistanê ne. Herwiha 3 jî welatiyên biyanî bûn û ji bo welatê wan hatine şandin. 2 welatiyên din ên derveyî Herêma Kurdistanê bûn û niha ji bo cihê wan hatine vegerandin.”

Dr. Xalis Qadir dibêje: “Bi berhevî ligel Iraq û welatên din, Herêma Kurdistanê ji hemû welatan kêmtir nexweşên bi vîrosa AIDSê hene. Tedbîrên pêwîst ji bo pêşîgirtina wê nexweşiyê hatine girtin û kêmiya rêjeya nexweşên AIDSê nîşana serkeftina bernameya ji bo kontrolkirina wê vîrosê ye.”

Berdevkê wezareta tendirûstiyê derbarê çawaniya çareserkirina tûşbûyên nexweşiya AIDSê yên li Kurdistanê de jî got: “Niha karîna Herêma Kurdistanê ya geran, testkirin û destnîşankirina nexweşiya AIDSê heye. Ji 19 nexweşan tenê pêwîstiya 2 nexweşan bi dermanan heye û em dermanan didin wan. Ew derman çareseriyê ji binî kur nakin û bi dawî naênin, tenê nexweşiyê kontrol dike û parastina laşê wî kesî dibe serî.”

Yekemîn nexweşê bi vîrosa AIDSê li sala 1986an li başurê Kurdistanê hat tomarkirin. Ji wê demê heta niha 23 rewşên tûşbûnê hatine tomarkirin.

Heta niha wekî pêwîst li Herêma Kurdistanê hişyarkirinek ji bo çawaniya pêşîgirtina belavbûna wê vîrosê nehatiye kirin. Herwiha dezgehên peywendîdar ên hikûmetê, rêxistinên civaka sivîl û dezgehên ragihandinê girîngî nedaneyê.

Serdana bi berdewamî ya welatiyên biyanî û vegera revenda kurd a bo Herêma Kurdistanê, ligel nebûna nasîbûn û hişyariya kesayetiyên kurd a li beramberî vîrosa AIDSê û çawaniya xwe parastina ji wê nexweşiyê, wê di dawiyê de ji bo Herêma Kurdistanê bibe metirsiyek mezin.

Nexweşiya AIDS li cîhanê ji 6 sedemên serekî yên mirina mirovene û salane bi hezaran mirov ji ber dimirin.

Nexweşiya AIDS bi belavbûna vîrosa HIV di nava laşê mirov de sîstema parastinê ya mirovan ji nav dibe û ji ber dirûstkirina îltihabê kesê nexweş dikuje.

Rudaw
Top