Dîlok – Di êrîşeke çekdarî ya li ser mala şînê de 2 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
Li navçeya Belkiz (Nîzîp) a Dîlok a Bakurê Kurdistanê ji ber lihevnekirineke erd û zevî nîqaş derket û wegerya şerê bi çifteyê û li mala şînê ketober dema bi çeka çifte gule hatin berdan, di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 kesên din jî birîndar bûn. Hat ragehandin êrîşkar reviya ye û lêgerîn û hewldanên girtina wî berdewam dikin.
Bûyer li taxa Sultan Ebdulhemîd û li Mala Şînê ya Mehmet Mert Îlîksoy de pêkhat. Kesên bi navên Yasîn A., Cuma Ayar, Muhsîn Ayar, Mihemed Ayar û Hesen Ayar, li taziyeya merivekî xwe de rastî hev hatin û li mala şînê di navbera wan de nîqaş derket.
Kesê bi navê Yasîn A., ji mala şînê derket û piştî demekî bi çeka çifte ve careke din wegeriya û ketober gule berdan.
Kesên hatine şînê jî tirs û xofekî mezin jiyan kirin û xwestin birevin, lê gule û saçmeyên ji çeka çifteyê derketin li Cuma Ayar, Muhsîn Ayar, Hesen Ayar, Mehmet Ayar, Şerîf Saribayindir û Orhan Maydanozoglu ketin.
Tîmên hêzên ewlehiyê geheştin cîhê bûyerê û birîndar piştî destwerdana destpêkê ji nexwaşxaneya dewletê ya Belkisê re hatin veguhestin.
Hat ragehandin ji birîndaran Cuma Ayar û Şerîf Saribayindir li gel hewldanên bijîşkan jî jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragehandin birîndarên din ji bo bên dermankirin li nexwaşxaneyê ne, lê polîs ji bo girtina tewanbarê bi navê Yasîn A. xebatên xwe berdewam dike.
Basnews