Amerîka: Diyaloga Kurdî Kurdî roleke gelek girîng dilîze
Wezareta derve ya Amerîkayê piştgîrî da civîna Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî.
Roja 20ê Çileyê wezareta derve ya Amerîkayê li ser hesabê xwe yê li X peyamek belav kir.
Di peyama han de wezareta derve ya Amerîkayê nivîsandiye; Amerîka piştîvaniya civîn û hevdîtinên navbera Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî dike û diyaloga Kurdî Kurdî bo qonaxa derbas kirinê li Sûriyeyê xwedan roleke girînge.
Wele tê zanîn roja 16ê Çileyê li Pîrmamê Serok Barzanî û Fermandarê giştî yê HSD Mezlûm Ebdî civiya bûn û piştî civînê jî ku, bibû sedema dilxweşiya civaka Kurdî, Mezlûm Ebdî nivîsandibû ku, civîna han cîhê dilxweşiyê ye.