• Monday, 20 January 2025
logo

Mezlûm Ebdî: Serok Barzanî dikare rolê xwe di yekkirina helwesta Kurdan de bibîne

Gulan Media January 20, 2025 Nûçe
Mezlûm Ebdî: Serok Barzanî dikare rolê xwe di yekkirina helwesta Kurdan de bibîne

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dibêje, “Min daxwaz ji Serok Barzanî kir ku arêşeya me bi Tirkiyeyê re bidawî bîne.” Amajeyê jî dide, “Serok Barzanî dikare rolê xwe di hevgirtina helwesta Kurdan de bibîne.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro (Yekşem, 19.01.2025) di çavpêkeftineke tilevizyonî de got, “Min pasport bi navê Mezlûm Ebdî nîne, lewma ez nikarim tevlî ahenga destpêkirina karî ya Donald Trump bibim.”

Mezlûm Ebdî li ser gomana wê yekê ku peywendî bi Îranê re hebe got, “Me çi peywendiyên eşkere û veşartî û bi Îranê re nînin. Eger daxwaza peywendiyan jî ji me bikin, em red dikin ji ber ku Îranî pareke arêşeya Sûriyeyê bûn. Komên Îranê li Dêrazorê çar salan êrîş kir ser me.”

Navbirî di derheqa wan dronan de yên ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hene de got, “Em bi xwe dronan çê dikin û hemî destçêkiriyên me ne, me çi moşek ji Îranê wernegirtine û niha çekên dijî dronan çê dikin. Me heta niha şeş balafirên Tirkiyeyê êxistine.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di derheqa daxuyaniyên Fermandarê Giştî yê Îdareya Nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera de jî got, “Daxuyaniyên Ehmed Şera erênî ne, em li benda bicihanîna gotinên wî ne.”

Mezlûm Ebdî di derheq hevdîtina xwe û Serok Barzanî de got, “Hevdîtina min bi Serok Barzanî re pêxemetî rawestandina êrîşên Tirkiyeyê bû, min daxwaz ji Serok Barzanî kir ku navbeynkariyê ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyeyê bike. Herwesa ev serdana min ji bo cem Seroka Barzanî peywendî bi rûdanên Sûriyeyê û gerentîkirina mafên Kurdan di destûrê Sûriyeyê de jî heye. Ev mijar ji bo hemî Kurdan û berî hemiyan ji bo Serok Barzanî giring e.”

Navbirî herwesa got, “Herêma Kurdistanê bandor li ser hêzên siyasî yên devera me heye, Serok Barzanî dikare rolê xwe di hevgirtina helwesta Kurdan de bibîne. Me di civîna xwe de behsa giringiya yekdengiya Kurdan kir ji bo ku em bi yek şandê biçin Şamê. Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê giringiyê didin vê mijarê.”

Fermandarê Giştî yê HSDê ron jî kir, “Min daxwaz ji Serok Barzanî kir ku arêşeya me bi Tirkiyeyê re çare bike ji ber ku Herêma Kurdistanê û xasma jî Serok Barzanî peywendiyên baş bi Tirkiyeyê re hene.” Herwesa got, “Serok Barzanî soz da ku li ser danûstandinan berdewam be û min bawerî pê heye.”

Mezlûm Ebdî li ser biryara danedestkirina çekê koman ji aliyê desthilata nû ya Sûriyeyê ve got, “Me biryara danedesta çekan nedaye belkî me gotiye, em li paşerojê dibin pareke artêşa bê ya Sûriyeyê. Me pêştir ev gotin kirine, niha jî em hilgirên eynî pirojeyê ne. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xwediyên gelek ezmûnan in û dikarin rolekî mezin di artêşa bê de bibînin.”

Navbirî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tekez jî kir, “Gelek zêdegavî li beranberî gelê Kurd hatine kirin, itîraf pê nehatiye kirin, em Kurd in û li ser nasnameyên me nivîsiye Ereb. Em bi wê yekê re ne ku paşgirê Ereb ji Komara Sûriyeyê bê v ekirin, divê mafên Kurdan di destûrî de bên gerentîkirin, di ziman û xwebirêvebirin û tevaya pirsan de.”

Fermandarê Giştî yê HSDê di derheqa civîna xwe ya bi Ehmed Şera re jî got, “Ehmed Şera pêşengî kir û bi zimanê Kurdî çend gotin kirin.” Herwesa got, “Em bi mana hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê re ne, em wesa difikirin ku Amerîkayî dikarin qeyrana Tirkiyeyê bidawî bînin.”

 

K24

Top