• Monday, 20 January 2025
logo

Hêzeke Milîs a Heşdî Şeibî red dike ku çek dayne

Gulan Media January 20, 2025 Nûçe
Hêzeke Milîs a Heşdî Şeibî red dike ku çek dayne

 Serokê Mekteba Siyasî y Tevgera Nuceba Elî Esedî ji aliyê xwe ve dawî bi gotegotên derbarê hilweşandina gruban û bêçek kirina Eniya Berxwedana li Iraqê anî û diyar kir, Tevgera Nuceba dest ji çek bernade.

Li gor nûçeya rojnameya El Zeman a Iraqê Serokê Mekteba Siyasî ya Nuceba Şêx Elî Esedî ragehand: Eniya Berxwedanê ti daxwazek ji hikûmetê wernegirtiye ji bo çek danînê, yan jî tekelkirin û hilweşandinê û ew tiştên vê derbarê de tên belav kirin, ne rast in.

Li gor zanyariyên ku belav bûne, Tevgera Nuceba bi serokatiya Ekrem Keibî de ew gotûbêj red kirine ku çek bên danîn û pêbendbin bi xeta Heşdî Şeibî ya bicîhanîna siyaseta destwerdanê, ku çend rojek berî naha Serokê Esayîb Ehlî El Heq Qeys Xezelî behsa wê kiribû.

Di hevpeyvînekî li gel Ajansa Reutersê de Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên got: ‘’Iraq hewl dide grubên çekdar ên bihêz li welat hene, ku dijî hêzên Amerîkayê şer dikin û mûşek û dronan ve êrîşî Îsraîlê dikin, hewl didin wan razî bikin ku çek daynin, an jî wan beşdarî hêzên ewlehiyê yên fermî bikin.’’

 

Rudaw

Top