Hunermendekî kurd di xwepêşandanên bendava Tişrînê de hat kuştin
Hunermendê şanoyê yê Kurd Cume Xelîl Îbrahîm ku bi navê Bavê Teyar dihat naskirin, îro yekşemê koça dawî kir. Ew di êrîşeke asmanî de li ser sivîlan birîndar bû ku ji aliyê rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve li bendava Tişrînê ji bo avakirina piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatibû organîzekirin.
Çavkaniyên pizîşkî diyar kirin ku lîstikvanê ku di sala 1957an de li bajarê Qamişlo ji dayik bûye, roja Şemiyê di encama êrişa hewayî ya li ser sivîlan li bendava Tişrînê jiyana xwe ji dest da.
Heta niha 13 sivîl di xwenîşandanan de hatine kuştin û 100 kesên din jî birîndar bûne, ev jî piştî ku PYD rê li ber sivîlan vekir li devera Bendava Tişrîn, ku şer û pevçûnên dijwar di navbera Hizbullah û grûpên çekdar ên bi piştevaniya Tirkiyê de diqewimin. Bizavkarên mafên mirovan dibêjin şandina sivîlan bo devera şer a bendava Tişrîn “tawaneke şer e.
Basnews