Baroya Amedê: Êrişa li Bendava Tişrînê binpêkirina hiqûqa şer e
Baroya Amedê li ser êrişên asmanî yên li Bendava Tişrînê got, “Ev êriş pir eşkere binpêkirina hiqûqa şer e. Em bang li hemû saziyên navneteweyî dikin ku tedbîrên pêwîst wergirin.”
Êrişên çekdarên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê" ya nêzikî Tirkiyeyê yên li derdora Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê berdewam dikin.
Herî dawî pêr di encama êrişekê de 6 kesan canê xwe ji dest dabû ku şanoger û lîstikvan Bavê Teyar jî di nav wan de bû.
Her wiha di vê êrişê de 15 kes jî birîndar bûbûn.
Baroya Amedê li ser êrişê daxûyaniyek da û amaje bi wê yekê da ku bi van êrişan hiqûqa şer tê binpêkirin û divê helwêstek bê nîşandan.
“Divê civaka navneteweyî tedbîrên pêwîst wergire”
Baroya Amedê di daxuyaniya xwe de got, “Parastina sivîlan berpirsyariyeke navneteweyî ye” û berdewam kir:
“Di serî de Peymana Cenevreyê, divê hemû peymanên li ser yasayên şer û mafên mirovan bên bicihanîn.
Dema ev yasa bên binpêkirin, divê civaka navneteweyî tevbigere û tedbîrên pêwîst wergire.
Di vê çarçoveyê de, em bang li civaka navneteweyî dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne û li dijî hemû kiryarên nemirovî û dijî yasayên navneteweyî helwestekê diyar bike û bilez tedbîrên pêwîst wergire."
Derora Bendava Tişrînê bi dron, top û balafirên şer tê bombebarankirin bi hezaran sivîl ji bo şermezarkirin û rawestandina şerê li Bendava Tişrînê çûne herêmê.
Tirkiyeyê çend caran êrişî wan sivîlan jî kiriye û gelek sivîl bûne qurbanî.