Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Kakaiyan (Yarsan) kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya cejna Qewiltasê peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî Kakeyîyan (Yarisanan) kir herwaha rêz û hurmetan ji bo qurbanîdan û rolê niştîmanperwerane ya Kakeyîyan wekî pêkhateyeke resen a Kurdistanê diyar kir.
Naveroka nameya Serokwezîr Mesrûr Barzanî :
Bi boneya Yarên Qewiltasê, ez germtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî xûşk û birayên Kakeyî (Yarisan) li Kurdistan û cîhanê dikim. Ez hêvîdar im herdem di şahî û asodebûnê de bin.
Me rêz û hurmeteke zêde ji bo qurbanîdan û rolê niştîmanperwerane yê xûşk û birayên Kakeyî wekî pêkhateyeke resen a Kurdistanê heye.
Cejna Yarên Qewiltasê pîroz be û her di xweşiyan de bijîn.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Basnews