• Wednesday, 15 January 2025
logo

Endamekî Kongreya Amerîka: Hikûmeta Iraqê berdewame li piştevaniya darayî bo grubên milîs ên ser Îranê

Gulan Media January 15, 2025 Nûçe
Endamekî Kongreya Amerîka: Hikûmeta Iraqê berdewame li piştevaniya darayî bo grubên milîs ên ser Îranê

Endamê Kongreya Amerîkayê Joe Wilson ragehand, hikûmeta Iraqê berdewame li piştevanî û hevkariyên darayî bo grubên milîs ên nêzîkî Îranê û amaje bi wê yekê jî dike ku Serokê hatî helbijartin ê Amerîkayê Donald Trump dê wê pirsgirêkê çareser bike.

Endamê Kongreya Amerîkayê Joe Wilson di peyamekî tora civakî ya X de ragehand: ‘’Hikûmeta Iraqê berdewam li dabînkirina hevkariyên darayî bo milîsên dûvikê rejîma Îranê ne û bi taybet jî ji bo Feyleqa Bedir, ku êrîş kirine ser Balyozxaneya me û hemwelatiyê Amerîkayê kuştine û mixabin şandina dolarê bacderên Amerîkayê bo Iraqê berdewame û divê Amerîka pêşeng be di siyaseta me de û dê Donald Trump wê yekê çêbike.’’

Ev peyama Kongrêsmanê Amerîkayê di demekî de ye ku ji destpêka vê mehê ve çapemeniya Amerîkayê belav dike ku Donald Trump peyamekî de ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re hişyarî daye ku ji grubên milîs dûr bikeve.

 

Basnews

Top