• Wednesday, 15 January 2025
logo

Lavrov: Rûsya pêdivî dibîne hemî pêkhate tevlî piroseya siyasî ya Sûriyeyê bibin

Gulan Media January 15, 2025 Nûçe
Lavrov: Rûsya pêdivî dibîne hemî pêkhate tevlî piroseya siyasî ya Sûriyeyê bibin

Wezîrê Derve yê Rûsyayê amajeyê dide, “Rijêma Beşar Esed bawerî bi parvekirina desthilatê bi opozisyonê re nebû.” Herwesa dibêje, “Divê Kurd mafên xwe di çarçoveya Sûriye, Îraq, Îran û Tirkiyeyê de gerentî bikin.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro (Sêşem, 14.01.2025) di konferanseke rojnamevanî de li Moskoyê got, “Yek ji giringitrîn sedemên keftina Rijêma Beşar Esed ew bû ku wî bawerî bi parvekirina desthilatê bi opozisyona welatê xwe re nebû.”

Sergey Lavrov amaje jî da, “Rijêma Beşar Esed di dema 14 salên borî de zêdebarî wê yekê ku ji Moskoyê xwast desttêwerdanê di rewşa Sûriyeyê de bike, tevî wê jî sistî di piroseya siyasî de kir û dixwest ku rewş bi wî awayî maba.”

Navbirî eşkere jî kir ku, danûstandin bi Kurdên Rojava re xasma li ser pêdivîtiya hebûna dewleta navendî li Şamê kirin, lê Kurd wesa difikirîn ku Amerîka di çêkirina hikûmetê de piştevaniya wan dike. Herwesa got ku, ji Kurdan re got Tirkiye û Îran rêyê bi we nadin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê herwesa ragehand, “Divê mafên Kurdan li Sûriye, Îraq, Îran û Tirkiyeyê bên gerentîkirin.” Herwesa got, “Rûsya di vê qonaxê de pêdivî dibîne ku hemî pêkhateyên neteweyî û mezhebî tevlî piroseya siyasî ya Sûriyeyê bibin.”

 

K24

Top