• Wednesday, 05 February 2025
logo

Nunerê Serok Barzanî li gel Mezlûm Ebdî û aliyên siyasî civiya

Gulan Media January 14, 2025 Nûçe
Nunerê Serok Barzanî li gel Mezlûm Ebdî û aliyên siyasî civiya

Duhê nunserê Serok Barzanî bo karûbarên Rojavayê Kurdistanê Dr, Hemîd Derbendî bo gehandina peyama Serok Barzanî bo aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê çû Qamîşlo û li gel Fermandarê giştî yê HSD û rayedarên ENKS civiya.

Derbendî di civînan de peyama Serok Barzanî gehandiye aliyên siyasî û aliyên siyasî jî rixmî diyarkirina pêbendiya xwe bo yekrêzî û yekdengiya Kurdî hevdem tekez li ser girîngiya peyama Serok Barzanî kirine.

Ji aliyeke din ve Ilhan Ehmed jî di gotarekê de yaku, li Londonê pêşkêş kiribû ragihandibû ku, diyaloga navbera aliyên siyasî li Rojavayê gelek bi başî dimeşe û di rojên pêşiya me de vê mizgîniyeke girîng bidin gelê Kurd li Rojavayê.

Top