Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokê Dadgeha Federalî re civiya
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Duşem, 13.01.2025) bi Serokê Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê Dadwer Casim Mihemed Ebûd re civiya.
Li dû zanyaran, di wê civînê de danûstandin li ser rewşa deverê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û çend pirsên din hatin kirin.
Berî wê civînê jî, Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re hevdîtin hebû.
Biryar e her îro Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokê Komara Îraqê Dr. Letîf Reşîd û çend aliyên din ên siyasî yên Şîe û Suneyan re bicive.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî (Yekşem, 12.01.2025) bi serdanekê gehişt Bexdayê û tevlî civîna Hevpeymaniya Îdareya Dewletê bû, ku danûstandinên wê civînê girêdayî pirsa mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, hinardekirina petrolê, raspardeyên Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê û çend pirsên din bû, ji ber ku wê hevpeymanîtiyê hemî hêzên siyasî yên pêkînerên Hikûmeta Îraqê vegirtine.
K24