Ji Xamineyî bo Sûdanî: Divê Heşdî Şeibî bimîne û bê bihêztir kirin
Di hevdîtina Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û rêberê bilind ê Îranê de Xamineyî behs mayîna hêzên Heşdî Şeibî û lewazkirina hêzên Amerîkayê li Iraqê kir.
Li gor nûçeya ajansa Şefeq News rêberê olî yê bilind ê Îranê Elî Xamineyî ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re gotiye, pêwîste Heşdî Şeibî li Iraqê her bimîne û heta bê bihêztir kirin.
Herwaha gotiye: ‘’Belge li gel me hene ku Amerîka dixwaze hebûn û hegemonya xwe ya li Iraqê bihêztir bike. Lê hebûna Amerîkayê li Iraqê neyasayî ye û dijî berjewendiyên xelkê û hikûmeta Iraqê ye.
Xamineyî ragehandiye; Heşdî Şeibî yek ji pêkhateyên herî giring û serekî yê Iraqê ye, ku pêwîste parêzgarî lê bê kirin.
Civaka navnetewî û bi taybet Amerîka û Îsraîlê hişyarî dane hikûmeta Iraqê, Heşdî Şeibî û grubên çekdar ên nêzîk Îranê li Iraqê kontrol bike, ji ber ku metirsiya leşkerî li ser Îsraîlê ava divê ava nekin.
Serokê nû hatî helbijartin ê Amerîkayê Donald Trump peyamek ji bo Sûdanî şandiye û jê re gotiye ku divê tenê hêz û çek di destê dewletê de be.
Basnews