• Friday, 10 January 2025
logo

Sertaç Bûcak: Hebûna Herêma Kurdistanê di pêvajoyê de, baweriyê dide Kurdan

Gulan Media January 9, 2025 Nûçe
Sertaç Bûcak: Hebûna Herêma Kurdistanê di pêvajoyê de, baweriyê dide Kurdan

Li Tirkiyeyê di pêvajoya nû ya çareseriya pirsa kurd de cih girtina Herêma Kurdistanê bo baweriya civakê girîng û hêja tê dîtin. Partiyên siyasî û şîrovekar balê dikêşin ku ji ber ku rêveberiya herêma kurdistanê di qada navneteweyî de xwedî rêzdarî û baweriyê ye ev yek dikare bandorek erênî li pêvajoya çareseriyê jî bike.

Li Tirkiyeyê piştî 10 salan careke din pêvajoya çareseriya pirsa kurd di rojevê de ye û nîqaşên li ser çarenûsa pêvajoyê jî berdewam in. Di vê çarçoveyê de beşdariya Herêma Kurdistanê di pêvajoya nû de girîng û hêja tê dîtin. Siyasetmedarên kurd dibêjin dema civak bibîne ku Herêma Kurdistanê di pêvajoyê de cih digire û sudê dide pêvajoyê dê ev yek bibe wesîle ku baweriya civakî ya bo pêvajoyê jî xurt bibe.

Siyasetmedar Sertaç Bûcak ji K24ê re got: “Ez wê baweriyê de me ku Herêma Kurdistanî çiqasî bi awayeke çalak di pêvajoyê de cih bigire dê ewqasî bibe wesîle ku kurdên Bakur jî baweriyê bi pêvajoyê bînin.”

Siyasetmedarên kurd dibêjin rêveberiya Herêma Kurdistanê di xweşiyê de jî û di nexweşiyê de jî li gel kurdên parçeyên cih girtiye û vê carê jî helwesta Herêma Kurdistanê nîşan dide ku bo kurdên Bakurê Kurdistanê jî û yên Rojava jî daxwaza wergirtina mafên rewa yên kurdan dike.

Endamê Rêveberiya Navendî yê PWKê Hanîfî Tûran dibêje: “Rêzdar Mesûd Barzanî di qada navneteweyî de kesayetek bibandor e, nava kurdan de jî wek rûsipiyek tê dîtin, mezinek ê kurdan e, dema rizgarkirina kobanê de jî hat dîtin. Ez bawer dikim ku dê sûdê bide pêvajoyê.”

Şîrovekar û partiyên Kurdistanî di wê baweriyê de ne ku Herêma Kurdistanê pêvajoyê de cih bigire, dê pêvajo ser zemînek xurt rûne û bo vê hêza dîplomasiyê girîng tê dîtin.

 

K24

Top