HSD: Bendava Tişrînê hildiweşê
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro 8.01.2025,hişyarî da li ser bendava Tişrîn a li ser çemê Firatê, di demekê de ku Tirkiye û grûpên çekdar ên alîgirên wê berdewam in li ser armanckirina bendavê û derdora wê.
Piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed, çend naveçeyekî Minbicê û derdora wê, ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ve tên armanc kirin, bitaybetî bendava tişrînê ku metirsiya hilweşînê li ser re.
Di daxuyaniyekî de HSD dewleta Tirkiyê berpirsiyar dît di her karesatekî ku di encama êrîşên esmanî û topxaneyên Tirkiyê ya li ser bendavê û navçeyên din yên Sûriyê de bê.
Herwaha amaje bi wê jî kiriye, ku bombebaranên Tirkiyê bo ser bendava Tişrînê û derdora wê, serê sibeha îro bombebaraneke dijwar pêk hat û heta niha jî berdewame.
Di daxuyaniyê de hat aşkera kirin kun aha li gundên bakûrê bendava Tişrîn û rojhilatê Minbicê pevçûneke dijwar di navbera hêzên encûmena leşkerî ya Minbicê û grûpên çekdar ên ser bi Enqerê diqewime.
Herwaha hat aşkera kirin, balafirên şer ên Tirk wesayîteke sivîlan li gundê Kerek ê gundewarên Kobaniyê bombebaran kir, ji bilî topbarankirina gundê Aslankî yê başûrê bajêr.
Di heman çarçoveyê de hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê li bakurê Bendava Tişrînê 2 wesayitên barkirî yên komên çekdar ên opozîsyona ser bi Tirkiyê rûxandin.
HSDê, duh êvara Sêşemê ragihand ku hêzên wan firokeyeke bêpîlot a TB2 ya Tirkiyê li devera bendava Tişrînê xistine xwarê.
basnews