Li Sûriyeyê pêgeha Tirkiyeyê tê lawaz kirin
Li Romayê civîna 5 alî bêyî Tirkiyeyê hate lidarxistin.
Rixmî gotinên rayedarên Tirkiye û çapemeniya Tirkiyeyê yên li dor serdestiya Tirkiyeyê li Sûriyeya nû, duhê li Romaya paytexta Îtalyayê civîneke 5 alî derbarê Sûriyeyê de bêyî ku, Tirkiye têde beşdar be hate lidarxistin.
Civîn bi Serokatî û pêşengiya Amerîkayê hatiye lidarxistin û têde her yek ji Brîtanya, Almanya, Franse, Îtalya û Amerîka beşdar bûne.
Di civînê de nîqaş li dor pêşeroja Sûriyeya nû de hatiye kirin û ev her 5 welat biryar dane ku, derbarê Sûriyeya nû de helwest û siyaseteke yekgirtî cîhbicîh bikin.