Kanaleke nû ya Kurdistanî bi zimanê Erebî dest bi weşanê dike
Roja 7.01.2025, li Herêma Kurdistanê damezrandineke nû ya medyayî ya kurdî binavê “Şems” dest bi weşanê dike ku bi zimanê Erebî bername û nûçeyan pêşkêşî temaşevanan dike.
Kanala esmanî ya Şems toreke wê ya nûçegîhaniyê heye ku li 20 welatan weşana bûyeran dike, herwaha ji bilî nûçeyên siyasî, nûçeyên aborî û werzişê jî pêşkêş dike.
Ev kanal li Hewlêrê dest bi weşanê dike û siyaseta weşana wê jî tekez kirina ser pirsa aşitî û xweşderbaskirin û pêşkeftinê ye, herwaha bal dikşîne ser pirsgirêka kurd.
Basnews