• Friday, 17 May 2024
logo

Kêşeya Kurdî û ((Piroseya Îmralî))

Kêşeya Kurdî û ((Piroseya Îmralî))
Em hemû zanin ku kêşe li navçeya me hene, bo me dilşewatiye ku xwîna Kurd yan Turk yan her miletekî din dirje, em bi miletên xwe re li vir dijîn û pêwîste em destê biratiyê dirêjî hev bikin û heyfe xwîn birje, partiya we û rêberê we siyaseteke rast bo çareserkirina kêşeyan birêvedibin, ez dixwezim li vir sipasiya Erdogan bikim ku cureta xwe nîşandaye û çûye Diyarbekir got gereke em kêşeya birayên xwe yên Kurd çareserbikin û sala borî hat Hewlêrê û got serdemê piştguhxistina Kurd an derbazbûye, li hember vê yekê ez dibînim Kurd hemû piştevaniya vê siyasetê dikin û pêwîste hemû hêzî kurdî hewil bidin xwe ji tundûtîjiyê dûrxînin, hêza her welatekî yan partiyekî ne di wê deye ka çend leşker hene, hêz di wê yekê de ye ka çiqas vekiriye û ka çiqas dikare kar ji miletê xwe re bike, hêza AK partî û Erdogan di wê vikirîbûnê de ye ku li hundir û derve bikaranî.

• Ew gotûbêjane ji salên heştêyan ve têne bîra min ku digotin kêşeya kurdî, yek kêşeye yan çend kêşeyekin, her aliyekî wê gengeşê, hicet bo selmandina rast û dirustiya xwe tanîn, lê qasî ez serederiyê lê dikim, kêşeya Kurdî ji ber ku kêşeya ((neteweyekî zilmlêkirî û hevçarenivîse)), bi wê watayê yek kêşeye ku naverokeke demokratîk heye û nabe heta heta bê çareserî bimîne, û çend kêşeyekin jî ji ber rewşa berçav ya siyasî, aborî, civakî û kiltorî ji hev cuda yê her perçeyeka Kurdistanê û astê cuda cuda yê daxwaziyên bizava siyasî, bi kurtî him kêşeyeke û him çend kêşeyekin jî di heman dem de.

• Xedira dîrok û cografiyayê ye ku kurd wiha wek netewe jê re lê nehat welatekê xwe yê yekgirtî yan welatokekî dirustbike, diyare li vê dunyayê, ne tenê kurd bê welatekî netewî ne, belge jî bi 10 an neteweyên din jî hene, lê Kurd li navçeya rojhilata navîn de, him mezintirîn neteweya bê dewlete û hem perçe perçe kirî û hem rastî zilim û hewlên zor yên helandin û bêbeşkirinê hatiye. Bi wê watayê, Kurd, kêşeya hebûn, mayîn û mafê hebûnê hebûye û heye li gel nixbeya Hikumraniya dewletên neteweyên gelên serdest, bo çareserkirina wê kêşê, Kurd bi neçarî serhildan, şoreş û raperînan rabûne, bi kurtî şerê siq kiriye, her çiqas pir giran jî li ser kurdan rawestiye, lê serêşî jib o hikumetan dirustkiriye.


• Li gel gorankariyên destpêka salên nude, derfetek ji bo kurdên Iraqê vebû ku bi xwe beşekî ji welatê xwe birêvebibe ku îro bi herêma Kurdistanê tê naskirin. Hêdî hêdî statoyekî yasayî-siaysî kêmtir ji dewletê, li nav destûra Iraqê hat çespandin û di astê herêmî û nêvdewletî de jî şûn lingê xwe peydakir taku serokwezîr Nêçîrvan Barzanî gehande wê yekê ku behs li cihê herêma Kurdistanê bike li ser nexşeya wizeya cîhanê û Hevbeşiyeke Stratejî rabigehîne, lê hên jî kêşeya Kurd li Iraqê bi temamî çaresernebûye.

• Di encama serhildana tunûtûjî, berferehbûna bêserûberiyê û rûberûbûna hilweşandinê li welatê Sûriya, çend bajar û bajarokên kurdan yên hevsinûrê wî welatî li gel Turkiya, vêca çi bi rêkeftin be li gel rejîma Essed yan na, ketin destê hêzên siyasî yên kurdî de, ne dûre paş nemana rejîma Essed yan di her derfet û delîfeyekê de, lihevhatinek siyasî – îdarî were rojevê ku curek ji çareseriyê û xwerêvebirinê bi kurdan were dank u di navbera 12 ta 15 ji sedî ji xelkê Sûriya pêktînin, ji niha ve jî kar ji bo wê xwerêvebirinê tê kirin sererayî hemû kêşe û astengên zor ku rastê tên û herêma Kurdistanê jî ji wê pêvajoyê ne bê agah û karîger e.

• Wek tê zanîn, beşê herî mezin yê Kurdan li Turkiyaye, bi texmîn, Kurd nêzîkî 20% xelkê wî welatî ye, kêşeya Kurdî li wir mijawî ye, lê paş serhildana şerê çekdarî di navbera PKKê û dewletê (1984), kêşeya kurdî berçavtir bû, helbet banga PKKê di wan 30 salan de, hatiye guhartin, bi taybet paş girtina rêberê PKKê li 15yî Şubata sala 1999ê li Nayrobî, ji diroşma dewleta serbixwe bo Otonomiya Demokratî û azadiya ferehiya kiltorî û niha jî bo mafê welatîbûna wekhev û biratiya navbera Kurd û Turk li Turkiyeke nû ya democrat de, di heyama 29 salan ya şerê çekdarî de, PKKê çend caran çi berî girtina Ocelan û çi paş girtina wî jî, çi bi navbijêkarê û arastekirina vî alî û wî alî yan na, agir besta yekalî ragehandiye, lê her bo heyamekê bûye û paşê carek din tunûtûjiyê serhildaye. Paş hatina partiya Dad û Geşedanê AKPê li sala 2002an, seqayeke din hatiye rojevê. Erdogan, li 2005ê li Diyarbekirê danpêdan bi kêşeya Kurd li nav Turkiya kir, hêdî çi bi şêweyekê ne yekser li sala 2006ê û çi bi şêweyekî yekser li dawiya 2007ê ta bihara 2011ê di navbera Mît û rêberên PKKê de danûstan hebû ku bi proseya Oslo navdare. Ew proseye bi ser neket her aliyekî hiceta xwe heye û egerê şkestinê dixe stuyê aliyê din. Hêdî li 14 Hezîrana 2011ê ve ta ragehandina vê care ya agirbestê ji aliyê Murad Qereyilan li 23/3 îsal kete ware cêbecêkirinê şer û pevçûnên giran sekinîn, staylê ji navbirina Pilingên Tamîl li Sirîlanka li Turkiya şkest û dobare nebû.

Helbet bi mifa wergirtin ji vekirin û hebûna çarçoveya demokrasiya li Turkiya, bizaveke siyasû - sivîl bi piştevaniya xelk û taybetmendên karê demokrasî û sivîl ku xwe bi xwe di BDPê de têdîtin ku jin beşdariyek fereh têde dikin, xuyabû ku di helbijartnên giştî da li 12ê Huzeyrana sala 2011ê de, tevî rêgira rêjeya 10% bo çûna nav perlemanê û bi rêya kandîdên tak tak, BDPê karî li navçeyên kurdan bi ser partiya AKPê keve bi hevberkirin bi helbijartinên giştî yên sala 2007ê û bi wê jî bizava çekdarî a PKKê, bi xebata siyasî sivîl a nav bajara ve girêda, lê nabe em em wê rastiyê jî nebînin ku Turkiyaya AKPê ji sala 2005ê ve, corek ji vekirinê di rûyê kurdan de kiriye.

Paş ku zîndaniyên siyasî bi amaja Ocelan dawî bi mangirtina xwe anîn, Erdogan kilîl li Îmraliyê dît, bi rêka Hakan Fîdan û serokê dezgeha MÎTê, ji dawiya sala burî ve Proseya Îmralî bi Ocelan re destpêkir, di vê pêvajoyê de, berî cejna Newrozê, Ocelan nameyek bi heman naverok bo her yek ji Hikûmeta Turkiya, BDP û rêberên PKKê li qendîlê, rêberên Koma Civakên Kurdistanê KCKê li Ewrupa re şand, paş vê yekê PKKê 8 dîlên Turk li ser daxwaza Ocelan azad kirin, êdî peyama Ocelan li 21 meha Azarê li Newroza Amedê hate xwendin ku têde bi ser ve çûna xebata çekdarî û destpêka serdemeke din dike û li gor hinek nivîseran Ocelan di wê peyamê de xwe wek beşek ji çareseriyê ne kêşeyê pîşandaye.

Ew peyame zû bi zû ji aliyê hikûmeta Turkiya ve û li ser zarê Erdogan bi pozetîv hat helsengandin di heman dem de pêşwaziyeke gerim ji aliyê Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, partiyên Kurdistanî, Îdareya Emrîka, Yekîtiya Ewrupa, Ferensa, Elmaniya û Rûsiya, Emnistî Înternasyonal û Hiyomên Rayts watç ve lê hat kirin, di heman dem de, partiya gel a komarî CHP bi parêz ve xwe nêzîkî piroseyê dike, her çende MHP jî bi xiyanet û destkirine destê dijmin wesif dike, gereke em wê jî bêjin ku di mawê van 10 rojên dawî de berpirsên Turkiya, nivîser û mîdyakarên Turkiya nîv guhrînek li cem wan jî peyda bûye, bi vê watayê ku ji encama wan pêngavan de, omêdek bi piroseya aştiyê a vê carê peyda bûye çi li nav kurdan û çi li nav Turkiya û rengvedan û bandora xwe a pozetîv li ser raya giştî a Turkiya kir, wiha niha li cihê zaravê PKK a terorîst, PKK a li derveyî yasayê, PKK bê tu paşnavekî û li cihê peyva (Terorîst) bo çekdarên PKKê peyv û zaravên wek (Şervan=Fighters), (Mîlîtant=Militants), (Yaxîbûn=Rebels) jî bikartê.

Li gor rapirsiyekê, 58% ji ew ên raya wan hatiye standin, piştevaniyê li piroseya Aştiyê dikin, lê li nav dezgeh û rêveberiyên Turkiya de ku ji bingehên denderên AKP û MHP pêktên, corek ji parêziyê heye li hember Erdogan û bas li rûyê veşartî yê danûstan û lihevkirinên navbera Erdogan û Ocelan dikin, bi wê watayê ku Erdogan ew piroseye bo xatirî xwe derxistiye û dixwaze li sala 2014ê ku hum helbijartinên bajêrvaniyê li adarê têde tê sazkirin û hum helbijatinên serokatiyê li Abê ku bi xwe niyet tê de heye, dixwaze saleke bê kêşe û tunûtîjî be, bo vê yekê jî pêwîstiya Erdogan bi piştevaniya yek ji partên opozisyonê heye ku ew jî BDP a xudan 33 kursiyên perlemanê ye, bo vê yekê Erdogan sazişê bo Ocelan re dike.

Di nav kurdan de jî metirsiya fêllêkirin û carek din dobare bûna boyerên dîrokî heye, bi wê watayê avakirina baweriyê di piroseya aştiyê de xala destpêk û yekalîkere, lê Zubêr Ayder dibêje, bi serketina Piroseya Aştiyê, herdu alî qazanc dibin, heger na bazina xesaret + xesaret wê berdewam be, ev jî bi xwe têgeheştinek nûye li cem Kurdê Turkiya.

Wek tê zanîn, bi Herêma Kurdistanê re, ne tenê di astê abûrî û bazirganî de, belku di astê têkliyên dîplomasî de Turkiya pir hatiye pêş, li Adara 2010ê de konsilgeriya Turkiya li Hewlêrê hat vekirin, i gotina Hesen Cemal nivîserê rojnameya Milliyet Turk, nêzîkî 1000 kompaniyên Turkiya li Herêma Kurdistanê kardikin, qebarê hinardeya ne fermî bi Herêmê re 10 milyar dolar û zêdetir e û 70% ji hinardeya Turkiya bo Iraqê bi Herêma Kurdistanê re ye, di warê wizeyê de, kompaniya Yetoyl û kompaniya Genelînêrjî ji 2002 yê ve li Herêmê kardikin, li cihê veguhastina nefta xav bi tankeran di rêya deriyê Xabûr re, niha hêleke 255 km ku rojane dikare milyonek bermîl neft ji Kurdistanê bişîne Turkiyê û niha beşek jê temam bûye, kar tê de tê kirin, çûnkî bi texmîn navçeyên li bin destê Hikumeta Herêma Kurdistanê bê Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî Herêmê, kujmê 45 milyar bermîl neft û 3,5 tirilyon sêca gaza siruştî heye, di demekê de ku Turkiya rojê pêwîstî bi 700 hezar bermîl nefte û çêdibe ev pêwîstiya Turkiya di paşerojê de zêde bibe ji ber ew geşeya abûrî a li Turkiya ku bi omêde xwe bike rêza 10 welatên herî pêşketî di warê abûrî de li cîhanê, û tenê 10% ji wê pêwîstiyê li nav Turkiyê peyda dibe û êdî ji bo Turkiya dilrihet be ji destxstina wizeyê ji çavkaniyê din bê (Rûsiya û Qefqasiya û Îranê), Herêma Kurdistanê cîranê xwe ê nêzîk, yek ji wan çavkaniya ne, tevî ku Turkiya 55% ji gaza siruştî ji Rûsiya û 21% ji Îranê bo hewcatiya xwe ji wan du welatan dikire û dîsa ew gaza siruştî a zor ku li Kurdistanê heye, hum Turkiya dikare pêwîstiya xwe jê peyda bike û hum bo Ewrupa were veguhastin.

Dema Turkiya dibîne li Herêma Kurdistanê ev cewher heye û dikare neft û gaza siruştî bi mercên asantir bo xwe peyda bike û kompaniyên mezin wek Îkson Mobîl û Şîfron û Total û Gazîrom berî xwe dane Kurdistanê û têde kardikin, wê demê hizra xwe di paşeroja Turkiya li gel Kurd dike û Turkiya bi damezrandina (Hevbeşiyeke Stratejî) bi Herêmê re, dibe ekterekî serekî yê wizeyê li navçeyê, bo vê mebestê jî hundirê Turkiya û alîkariya Kurdan û peydakirina asankariyên locîstî û geşkirina navçeyên kurdnişîn û perpêdana weberhênanê dikevin rojevê, wate pêwîste hundirê Turkiya bi taybet navçeyên kurdnişîn ji tundûtîjiyê werin dûrxistin û aramî li wir çêbibe, ev yeke jî pêwîstî bi lihevkirin û dawî anîn bi tundûtîjî û çareseriyê heye bi PKK û Kurdan re, gereke ew rastiye jî were gotin ku serkirdatiya siyasî a Herêma Kurdistanê û bi taybet serok Barzanî zû deriyê tundûtîjî û rêçareyên leşkerî bo kêşeyan girtiye û alîkar bû bo peydakirina piroseyeke wiha, serokê hikûmetê Nêçîrvan Barzanî jî demeke dirêj di wî bwarî de kar kiriye bo berjewendiyên hevbeş û bihevgirêdan li gel aştiyê wek pêwîstiyekê bo herdu aliyan, bo Kurd û Turkan.

Anku wek li ser zarê Erdogan di dema li gel gropa perlemantarên partiya xwe bo çavdêriya piroseyê û sazdana raya giştî, tenê dirustkirina (komisyona Zanayan) wek desteyeke şêwirkarî bes bê tu sîwaneke yasayî û bê tu deshelateke diyarkirî, wek tê zanîn di ew civakên ku ne aramî û şer û şor têde hebûn yan paş bi dawî hatina dîktatorî, di çendîn welat de wek Başûrî Efrîqiya û welatên Emrîka Latînî bo pêçîna qunaxekê û zanîn û tomarkirina rastiyan, komisyona aştiyê û gera li rastiyan yan dadweriyê bi yasayê pêkanîne, lê ne diyare, ew a li Turkiya çawaye û ji çi babetekî ye û pêkhate û çwarçêweyê wê dê çawa be? Davîd Fîlîps pispor di warê karûbarê kurdan de, di gotareke xwe de li 27 meha Adarê, hebûna komisyonekî bi pêwîst dizane, bi her hal, aliyekî ne xuya yê piroseyê ew e ku qunaxên piroseyê nehatiye eşkerekirin û ew a heye û tuneye li vir û li wir ji nivîsîna vî yan wî nivîserî pêktê ji:

1. Vekişîna gerîlayên PKKê bo derveyî sinûr û çekdanîn, behis tê kirin ku ev piroseye ta meha 9 a îsal temam bibe, wate berî destpêkirina xola perlemanê û berî gotûbêjkirina li ser budceyê, ew quaxeke pir giringe, hejmara gerîlayên nav Turkiya çendin, wê vekişin kuderê û çi gerentiyek heye li demê vekişînê, leşkerê Turkiya yan balefrên şerî ê li pê wan nekevin û lê nexin, çûnkî hum serokê sopa behsa wê dike ku ew li gor yasayê li nav axa Turkiya operasyonan birêvedibin, îca vekişîn bi çeke yan bê çeke, çûnkî Ebdela Gûl ê serok komarê Turkiya babeteke bi vî şêweyî anî qadê, di demekê de peyama ocelan amajeyek bo wan xalan têde tuneye, îca bo kîrê vedikşin_ tenê bo nav Kurdistana Iraqê, ew gerîlayên xelkê Iran yan Sûriya yan Iraq teklîfa wan wê çibe?
Li vir pirsyarek din tê holê gelo îsal jî perlemana Turkiya wê moletê bo leşker dirêjbike ku li derveyî sinûrên Turkiya operasyon uencam bide yan na_ lê quruçî, wate çekdarên kurd yên ser bi dewletê ve, ku hejmara wan ne hindike, wê çarenivîsa wan çibe? Bi her hal ev qunaxe, pir rîsk têde hene û wê astengî bikevin di rê de.

2. Nivîsandina destureke nû sivîl û demokrat ku wekhevî tê de bi bingeh be, xwendin û nivîsandina bi zimanên din ji bilî Turkî, pêdana deshelata zêdetir bi bajêrvaniyan ku serbikşêne bo şêweyekê ji xwerêvebirinê ew ne babetên bû kêşe û giriftin. Serbarê guhertina hinek yasayan wek: yasaya sizayan, yasaya partiyê siyasî, yasaya helbijartinan û kêmkirina rêjeya 10% bo çûna nav perlemanê, yasaya rojnamevanî, xwendin û fêrbûn, yasaya dijî terorê bi curekê ku li gel rêkeftinnameya Ewrupî bo mafên mirova were guncan din û pîverên Kopinhagin têde cîbigre, zîndaniyên KCK ku hejmara wan pir zor e û bi pê yasaya dijî terorê hatine girtin, wê çawa bibin? Ev qunaxe li hundirê Turkiya bi taybet ji aliyê CHP û MHPê û hinek deste û rêveberên konzervatîv û nasyonalîst yên nav AKP bi xwe jî rûbirû dibe, ev qunaxe pêwîste daku qunaxa sêyem li dû were.

3. Asyîkirin, rêdan bi gerîlayan û endamên PKKê li derve (Qendîl û Ewrupa) bo vegerin nav Turkiya û bi civakê re têkelbibin û bikevin nav piroseya siyasî ev qunaxe dîsa pêwîstî bi rêketin û yasaya lêbûrîna giştî heye, wate rêberatiya PKKê û çarenivîsa Ocelan wê çi be? Rolê Ocelan di piroseyê de wê çi be? Wê her di zindanê de be yan were berdan? Çûnkî ne maqûle bi yekî re were kirin û li ser destî wî dawî bi qunaxekî were anîn û çi goraniyek bi ser rewşa wî de nebe, ew di demekê de perpirsên Turkiy tekezê li wê dikin ku ew carek din Ocelan dadgeh nakin, bi kurtî berpirsên Turkiya carê xwe ji bersiva vê pirsê vedidizin.

• Cihê gotinê ye ku rolê serkirdatiya siyasî a Herêma Kurdistanê di her qunaxeke piroseyê de, wê çi be, bi taybet ku herdu aliyên piroseyê çaverêyeke wiha ji herêmê dikin ku hevkarî û piştevaniyê bike û her tim serkirdatiya Kurdistanê jî tekez li ser hevkarîkirinê kiriye, erê ew dem nehatiye ku Kurd kongireya xwe a neteweyî girêdin?

• Her hal em bixwazin û nexwazin ev rewş û pêşveçûnane, bandorê li rewşa kurd li Iranê dike, kêşeya kurd dikeve çi rewşê şûnewarên gorankariyên navçeyê bi ser wan diyar dibe, her çiqas li gor agahiyên min ta niha hikûmeta Tehranê çi gotinek di bara piroseya aştiyê a li Turkiya nedaye û renge çavdêriya helêst û pêşhatinan bike.

• Wate kêşeya kurd li her perçekî li gor helûmercê konkrêt rêya xwe dibîne û di rewşeke wiha de renge sinûr di navbera kurdan de giringiyeke wiha nemîne, bêyî ku em avakirina dewletê neteweyî bikin babetê rojê, belku tekezê li ser têkelkirin û vejenkirina abûrî û kulûrî bikin li cigrafiya û jîngeheke berfereh tir de.
Top