• Saturday, 04 January 2025
logo

Çîroknivîsê navdar ê Kurd Mensûr Yaqutî koça dawî kir

Gulan Media December 29, 2024 Hunerî
Çîroknivîsê navdar ê Kurd Mensûr Yaqutî koça dawî kir

Mensûr Yaqûtî nivîskar û helbestvan û çîroknivîsê kurd û yek ji navdartirîn kesayetiyên edebiyata farisî ya salên 1960-1970 koça dawî kir.

Ev nivîskarê kurd sala 1948 li yek  ji gundên bajarê Sûnqurî yê ser bi parêzgeha Kirmanşanê ji dayîk bûye û qonaxên xwendina xwe  li Kirmanşanê temam kiriye, di destpêka salên 70ê de, bûye mamoste.

Mensûr Yaqutî piştî şoreşa gelên Îranê di sala 1980’an de bêyî ku gilî li ser wî were kirin, ji karê xwe hate dûrxistin û di wê demê de beşdarî pîşeyên cur be cur bûye û li gel karên nivîsê, karkerî jî kiriye.

Yaqûtî nivîskarê dehan kurte çîrokên dirêje bi zimanê Farsî ku beşeke wan ji aliyê wergerê mezin ê Kurdistanê Ezîz Gerdî bo zaravayê Soranî yê kutdî hatiye wergerandin, ji wan, çirayek le ser madyan ko, Bîreweriyên mamostayekî, Laweç û herwekî din… herwaha, ev nivîskar ji ber wesifkirina jiyana gundnişînê, cihekî taybet di wêjeya gundewariyê de heye.

Mensûr Yaqûtî îro danê êvarê 28.12.2024 koça dawî kir.

 

Basnews

Top