• Thursday, 26 December 2024
logo

Mezlûm Ebdî ji Herêma Kurdistanê daxwaza piştgiriyê kir

Gulan Media December 13, 2024 Nûçe
Mezlûm Ebdî ji Herêma Kurdistanê daxwaza piştgiriyê kir

Mezlûm Ebdî ji bo ku bi hev re bin û danûstandinên bihêz li gel Şamê bikin bangî Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir.

Mezlûm Ebdî ji bo yekrêziya di navbera Kurdan de jî piştgirî ji Herêma Kurdistanê xwest.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de bangî aliyên siyasî yên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê kir ku li hev bicivin û helwesteke hevpar nîşan bidin û bi Şamê re danûstandinên xurt bikin.

Mezlûm Ebdî da zanîn ku rewşa heyî ji bo Kurdan gef e û divê hêzên Kurdî werin cem hev û biryareke hevpar bidin.

Ebdî tekez kir ku nerast e ku Kurd bi mixalefeta Sûriyeyê yan jî wekî komên cuda bi Şamê re hevdîtinên cuda bikin û diyar kir ku ev rewş dê zererê bide berjewendiyên Kurdan.

Ebdî her wiha diyar kir ku ew dê tecrubeyên berê yên Herêma Kurdistanê yên bi hikûmeta navendî ya Îraqê re dubare nekin û got:

“Nabe ku em ezmûna gelê me ya li Başûrê Kurdistanê ya li gel Îraqê dubare bikin.

Tevî ku di nava xwe de wekî Kurd pirsgirêkên me hebin jî, divê em li hemberî Şamê bibin yek.”

Banga piştgiriya Herêma Kurdistanê

Mezlûm Ebdî bangî Herêma Kurdistanê kir ku piştgiriya hêzên Kurdistanî yên li Rojavayê Kurdistanê bike ku bicivin û bi Şamê re pozîsyoneke bihêz a danûstandinan ava bikin.

Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî da zanîn:

“Birêvebiriya Herêma Kurdistanê divê bi helwesteke hevseng beşdarî yekîtiya Kurdan bibe.

Ev li Şamê dê destê me di danûstandinên de xurt bike.”

Nakokî û rewşa agirbestê ya bi komên çekdar re

Ebdî derbarê şer û pevçûnên li gel komên çekdar ên Sûriyeyê de jî agahî dan.

Ebdî diyar kir ku li derdora Bendava Tişrînê şer berdewam dike lê li herêmên Qerekozak û Minbicê şer rawestiyaye û got:

“Li gorî peymana li Minbicê, biryar hatiye dayîn ku hêzên leşkerî vekişin û birêvebiriya bajêr ji aliyê hêzeke sivîl ve were kirin.”

Ebdî da zanîn ku tevî lihevkirinan jî komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan êrişan berdewam dikin.

Mezlûm Ebdî got:

“Wan ji Qerekozakê êrişek organîze kir û hewl da Kobaniyê dorpêç bikin lê hêzên me pêşî li vê hewldanê girt.

Niha jî hewldanên hevalên me yên ji bo pêşîlêgirtina li pêngaveke bi vî rengî ya Tirkiyeyê li ser sînor, didomin.

Em ne bi tenê ne. Gelek hêzên navneteweyî bi me re ne, lewma em dixwazin agirbesta Minbicê veguherînin peymaneke berfireh.”

Li rojavayê Feratê hevsengiyê diparêzin

Mezlûm Ebdî da zanîn ku di navbera HSD û Heyeta Tehrîr El Şamê de ti alozî nînin û got:

“Em li aliyekî Çemê Feratê ne û ew li aliyê din in. Em naçin wî alî û ew jî nayên vî alî.

Ev rewş ji bo niha peymaneke destpêkê ye û hêzên hevpeyman jî dizanin.”

 

Rudaw

Top