Fransa û Amerîka li Rojavayê Kurdistanê ne: ‘Divê demildest PYNK û ENKS bicivin’
Akademîsyen Dr. Ferîd Sedûn diyar kir ku şandeyeke Fransa û Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê ye û got, “PYNK û ENKS dê di nava 2 rojan de li hev bicivin.”
Piştî ku Tehrîr El Şam ket Şama paytexta Sûriyeyê paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tê nîqaşkirin û meraqkirin.
Akademîsyen Dr. Ferîd Sedûn ji Qamişloyê beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.
Şandeyeke Fransa û Amerîkayê bilez gihîşte Rojavayê Kurdistanê û bi PYNKyê re civiya.
Hat diyarkirin, şandeyê ji PYNKyê xwestiye ku yekser bi ENKSyê re dest diyalogê bike.
Akademîsyen Dr. Ferîd Sedûn da zanîn ku kesên serbixwe jî di civînê de amade bûne.
Hinek xalên girîng ên ku Akademîsyen Dr. Ferîd Sedûn anîne zimên wiha ne:
“PYNK û ENKS dê di nava 2 rojan de li hev bicivin.
Şandeya Fransa û Amerîkayê dê bi ENKS û Mazlûm Ebdî re bicive.
Amerîka û Fransa dixwazin şandeyeke hevbeş a Kurdan biçe Şamê.
Şandeya Fransî-Amerîkî li gel min civiya.
Ti rê neman, tenê yekrêziya Kurdî li pêşiya aliyên siyasî ye.
Çavên komên radîkal li ser Rojavayê Kurdistanê ne.
Metirsî li ser Rojavayê Kurdistanê heye.
Di nava 2 rojên bê de dê PYNK û ENKS li hev bicivin.
Şandeya Fransî-Amerîkî dê sibe yan du sibe li gel ENKSyê bicive.
Şandeya Fransî-Amerîkî dê li gel ENKS û General Mazlûm Ebdî bicive.
Şandeya Fransî-Amerîkî dibêje ku dem nemaye ji bo nakokiyan.
Şandeya Fransî-Amerîkî dixwaze nakokî bên jibîrkirin û danûstandin bên destpêkirin.
Amerîka û Fransa dixwazin Kurd bi yekdengî li gel Şamê danûstandinan bikin.
Amerîka û Fransa dixwazin di nava hefteyekê de şandeyeke Kurdî ya hevbeş were avakirin.
PYNK amade ye ji bo danûstandinan.
Amerîka û Fransa dixwaze şandeyeke hevbeş a Kurdan biçe Şamê.
Dê sibe xwepêşandan were kirin û daxwaza yekrêziya Kurdan were kirin.
Sibe dê ciwanên serbixwe xwepêşandanê bikin.
Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî dê lihevkirina Kurdî pîroz bikin.
Têkçûna Rojava dê bandoreke xirab li parçeyên din jî bike.
Amerîka û Fransa dixwazin Mezlûm Ebdî serokatiya şandeya Kurdî bike.”
Rudaw