• Saturday, 21 December 2024
logo

Serok Barzanî Derbarê rewşa Sûriyeyê de peyamek belav kir

Gulan Media December 8, 2024 Nûçe
Serok Barzanî Derbarê rewşa Sûriyeyê de peyamek belav kir

Derbarê rewşa Sûriyeyê de peyamek belav kir.

Îro Serok Barzanî derbarê rewş û pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê de peyamek belav kiriye ku, naveroka peyamê wisaye;

Bi navê xwedê mezin

Bi girîngiyeke gelek zêde çavdêriya bûyer û guhertinên vê dawî yên li Sûriyeyê dikin, jiber ku, ev bûyer û pêşhatên han bandoreke raste rast li ser çarenivîsa siyasî, ewlekarî û aramiya Sûriye û deverê dikin.

Hêvî dikin ev pêşhat û guhertinên li Sûriyeyê bibine sedema vê yekê daku, diyalog û jihev fêmkirin bibe bingeha çareser kirina kêşeyan û tiştek neyê kirin ku, bibe sedema çê bûna kêşeyên netewî û etnîkî di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de.

Herwiha hêviya vê yekê dikin ku, tevahiya aliyan bi awayeke aştiyane bigehêjin rêkeftinek ku, li gor berejwendiya tevahiya pêkhateyên Sûriyeyê û bihevre jiyan, aştî û aramî de be.

Mesûd Barzanî

 

Top