Serokwezîr û balyozê Tirkiyeyê civiyan
Behsa rewşa Îraq û Sûriyeyê hate kirin.
Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Tirkiyeyê yê li Îraqê kir û piştî civînê jî Mesrûr Barzanî wisa nivîsand:
Îro me pêşwaziya balyozê Tirkiyeyê yê li Îraqê birêz Anel Bora Înan kir.
Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê Tirkiyeyê yê li herêma Kurdistanê birêz Arman Topçû jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên du alî, pêşhatên dawî û guhertinên rewşa giştî ya Îraq û deverê kir.
Balyozê Tirkiyeyê jiber serkeftina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê pîrozbayî li me kir û li ser girîngiya ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê hemfikir bûn.
Şer û aloziyên Sûriyeyê û pêwîstiya parastina asayîş û aramiya deverê mijarên din yên giftûgoya me bûn.