ENKS: Divê gelê me li cihê xwe bimîne
Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) li dijî hewlên koçberkirina bi darê zorê ya Kurdan derket û got, “Divê gelê me li cihê xwe bimîne û mafên xwe biparêze.”
Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) li ser şerê li Îdlib û Helebê, êrişên Heyeta Tehrîr El Şamê yên li Til Rifet û Şehbayê û koçberbûna Kurdan a ji wan deveran daxuyaniyek belav kir.
ENKSyê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser girîngiya parastina sivîlan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Kurd bi gotinên “koçberiya bi dilxwazî” neçar tên hiştin ku ji cihên xwe ber bi herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de koç bikin.
“Em hewlên guhertina demografiyê red dikin”
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hewl tê dayîn bi darê zorê Kurdan ji cih û warên bikin û hat gotin:
“Em hewldanên bi zorê ya guhertina cih û demografiyê red dikin.
Divê gelê me li cihê xwe bimîne û mafên xwe biparêze.”
ENKSyê bangî Kurdên li Heleb û Şehbayê kir û ji wan xwest ku herêmên xwe neterikînin û li cihên xwe bimînin.
ENKSyê her wiha bangî Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, Amerîka, Fransa, Brîtanya, Almanya û Tirkiyeyê jî kir û ji wan xwest ku ji bo ewlehiya sivîlên li Heleb û Şehbayê berpirsyar bin ku koçber vegerin malên xwe.
ENKSyê bal kişand ser wê yekê ku birêvebiriya Beşar Esed berpirsê karesata li Sûriyeyê ye.
Şerê li Heleb û Îdlîbê
27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.
Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin, 30ê Çiriya Paşîn piraniya navenda Helebê bi dest xist.
Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola komên çekdar.
Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û hevpeymanên wê êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurdnişîn ên Helebê û navçeya Şehbayê ya di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de û cih û warên Kurdan dikin.
Bi hezaran Kurdên Heleb û Şehbayê ber bi bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê ve diçin.
Li hinek herêman di navbera HSD û komên çekdar de şer û pevçûnên dijwar derdikevin.
Rudaw