• Thursday, 05 December 2024
logo

EFRÎN - Koçber ji Şehbayê vedigerin bajarê xwe

Gulan Media December 3, 2024 Nûçe
EFRÎN - Koçber ji Şehbayê vedigerin bajarê xwe

Dezgeha Xêrwaziyê ya Barzanî li Efrînê pêşwaziya hejmarek malbatên koçber ên ku ji Şehbayê vegeriyane kir.

Dezgeha Xêrwaziyê ya Barzanî ragihand ku wan bêhtirî 200 malbatên ku ji herêma Şehbayê ya bakurê Helebê vegeriyane Efrînê pêşwazî kiriye.

Tîmên Dezgeha Xêrwaziyê ya Barzanî li navçeya Kefer Cenê pêşwazî li malbatan kiriye û pêwîstiyên girîng û xizmetguzariyên bijîşkî pêşkêşî wan kirine.

Piştî êrişên Heyeta Tehrîr El Şamê yên li Şehbayê ji roja duşemê ve karwanên koçberan ji wê navçeyê derdikevin.

Beşek ji koçberan diçin herêmên Rêveberiya Xweser û beşek jî diçin herêma Efrînê.

Şerê li Heleb û Îdlîbê

27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin, 30ê Çiriya Paşîn piraniya navenda Helebê bi dest xist.

Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola komên çekdar.

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û hevpeymanên wê êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurdnişîn ên Helebê û navçeya Şehbayê ya di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de û cih û warên Kurdan dikin.

Bi hezaran Kurdên Heleb û Şehbayê ber bi bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê ve diçin.

Li hinek herêman di navbera HSD û komên çekdar de şer û pevçûnên dijwar derdikevin.

 

Rudaw

Top