• Sunday, 24 November 2024
logo

Parlamenterekî PDKê: Ji duh ve çend carekan ji ber helwêstê netewî yê Kerkûkiyan hêsir ji çavên min hatine xwar

Gulan Media November 21, 2024 Nûçe
Parlamenterekî PDKê: Ji duh ve çend carekan ji ber helwêstê netewî yê Kerkûkiyan hêsir ji çavên min hatine xwar

 Parlamenterekî PDKê li Bexdayê ragehand, tişta ku Kerkûkiyan û xelkê resen ên sînorê madeya 140 ji bo serjimêriyê kirine û bi wî awayî wegeriyane ser cîhên xwe helwêstekî bi şeref e û cîhê serbilindiyê ye.

Parlamenterê PDKê li Bexdayê Şiwan Kelarî ji BasNewsê re ragehand, ew tiştê ku Kerkûkiyan û xelkê resen ên sînorê madeya 140ê ji bo serjimêriyê kirine û bi wî awayî çûn ser cîh û warên xwe, helwêstekî bi şerefe û cîhê serbilindiyê ye.

Herwaha got: ‘’Bi rastî helwêstê wan merdane ye û bi piştrastî eger li hemû mijarên siyasî û niştimanî û netewî de me waha yek helwêst û yekdeng bin, dê destkeftên mezin bên bidest xistin û heta dê bigehe asta serbixweyî û serfiraziya daîmî.’’

Parlamenterê PDKê got: ‘’Ji duh ve hin dîmênên niştimanî min dîtin, min guhdarî hin gotarên xelkê kurdperwer kir, herwaha bi awayê pêl bi pêl hatin û wegera xelkê bo Kerkûk û navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dît, çend carekan rondik û hêsir ji çavên min hatin xwarê.’’

 

Basnews

Top