El-Arecî li MEPS24ê: Herêma Kurdistanê mînaka pêkjiyan û lêborînê ye
Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî ragihand, Herêma Kurdistanê di sala 1991ê de hat damezrandin û bû penageha serkirdeyên Iraqê. Ez dikarim vê jî bibêjim ku Herêma Kurdistanê bûye mînaka pêkvejiyan û lêborîne, vê yekê jî bandoreke erênî li Iraqê kiriye.”
El-Arecî beşdarî paneleke Pêncemîn Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navdewletî (MEPS24) li Dihokê bû û ragihand, “Di rewşa niha ya Iraqê de cihê gotûbêjên mezhebî nemaye.”
Herwiha got, di navbera salên 2022 û 2024an de, mezintirîn proseya vegerandina xizmên DAIŞê li Hola kampê bo Iraqê bû hatiye kirin.
Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê got: “Hevpeymaniya Navdewletî di têkbirina DAIŞ'ê de gelek alîkariya me kir, lê em di wê baweriyê de ne ku divê êdî têkiliyên xwe derbasî qonaxeke nû ya ewlekariya dualî bikin, ji ber ku şerê li dijî DAIŞ'ê bi dawî bûye.”
Derbarê şerê Îsraîl û Hizbullahê de got: “Li ser vê pirsê em bi welatên herêmê re berdewam di peywendiyê de ne û ne di berjewendiya Iraqê de ye ku bibe beşek ji şerê niha yê herêmê.
K24