Heyder Şeşo: Pirsgirêka Şingalê siyasî ye
Fermandarê Hêza Parastina Êzidîxanê dibêje: “Rewşa Şingalê awarte ye, lê eger hikûmeta Iraqê cidî be û bixwaze aloziya Şingalê bi dawî bike, ev yek hêsan e.”
Fermandarê Hêza Parastina Êzidîxanê Heyder Şeşo îro 22.11.2024an ji K24ê re ragihand: “Pirsgirêka Şingalê siyasî ye û eger hikûmeta Iraqê bi berpirsyarî tevbigere, dê rewş vegere asayî bibe.”
Heyder Şeşo got: “Rewşa Şingalê awarte ye, lê eger hikûmeta Iraqê cidî be û bixwaze aloziya Şingalê bi dawî bike, ev yek hêsan e.”
Her îro jî Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Newzad Hadî ragihand, rewşa Şingalê ne aram e û hêzên çekdar ên nenas lê hene, ku rê li ber wê yekê girtiye ku hejmareke mezin a koçberan vegerin deverên xwe.
Herwiha Newzad Hadî got: “Heta niha rewşa ewlehiyê li Şingalê asayî nebûye.”
K24