Berpirsekî serjimêriya giştî: Pêwîste rojên serjimêriyê hemû kes li malê bin
Berpirsekî serjimêriya giştî ya rûniştvanan behsa wê yekê dike ku pêwîste rojên serjimêriyê de de hemû hemwelatî li malê bin û belgeyên wan li gel wan be û bersiva jimartinê ya karmendên serjimêriyê bidin.
Serpereştê hunerî yê serjimêriya parêzgeha Hewlêrê Îbrahîm Mela Ebdulrehman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Pêwîste di rojên serjimêriya giştî de hemû hemwelatî li mal bin, herwaha ew hemwelatiyên xelkê navçeyên Kurdistanî ne, divê biçin navçeyên xwe ji bo îspatkirina rastî û dirustiya demografiya navçeya wan û Kurdistanî bûna wê.’’
Herwaha got: ‘’Naha hemû qonaxên amadekariya serjimêriyê temam bûne, di qonaxa perwerde û rahênana jimartinê de ne ku amadebin ji bo encamdana proseyê.’’
Basnews