Medyayên Tirkiyeyê: Mimkin e heftiya bê hevdîtina duyê bi Ocalan re bê kirin
Medyayên Tirkiyeyê dibêjin, “Tê çaverêkirin ku heftiya bê hevdîtina duyê bi Ocalan re bê kirin.”
Malpera Gazete Duvarê ya Tirkiyeyî di raportekê de ragehand, “Piştî serdana yekê ya Omer Ocalan ê birazayê Rêberê PKKê yê zindankirîn Ebdila Ocalan, derfet ji bo hevdîtineke din tê xweşkirin.”
Li dû eynî çavkaniyê, mimkin e parêzerên Ocalan jî tevlî hevdîtina duyê bibin lê heta niha ev mijar yekalî nebûye.
Ev raport di demekê de ye ku, biryar e seet 06:00 ê îro Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) Dewlet Baxçelî bicivin.
Pêştir Baxçelî daxwaz kiribû ku Ocalan bê azadkirin û li Perlemanê danana çekan û hilweşandina PKKê rabigehîne.
Rudaw