• Saturday, 16 November 2024
logo

Wezîrê Derve yê nû yê Amerîkayê bi Mesrûr Barzanî re civiyabû

Gulan Media November 14, 2024 Nûçe
Wezîrê Derve yê nû yê Amerîkayê bi Mesrûr Barzanî re civiyabû

Wezîrê Derve yê nû yê Amerîka dostê Kurdan e û li Hewlêrê bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiyabû.

Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump, Senator Marco Robio wek Wezîrê Karên Derve destnîşan kiriye.

Senatorê ku li Florida-yê ji dayik bûye, yekem kesê latînî ye ku li Dewletên Yekbûyî, posteke dîplomatîk a payebilind werdigire.

Rubio dostekî nêzîk ê gelê Kurd tê dîtin. Di Gulana 2016an de serdana Herêma Kurdistanê kir û bi Şêwirmendê wê demê yê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiyabû.

Mesrûr Barzanî di sala 2016an de di posteke xwe ya li ser malpera “X” (Twittera berê) de ragihandibû, wî ligel Rubio “guftûgoyeke baş” li ser paşeroja pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê, şerê li dijî DAIŞê û rizgarkirina Mûsilê kiriye.

Senatorê Komarî di dirêjahiya şerê li dijî DAIŞê de piştevanekî bihêz ê Hêzên Pêşmerge bû û çendîn caran daxwaz ji rêveberiya wê demê ya Amerîkayê kiribû ku hêzên Pêşmerge çekdar bike.

Rubio gelek caran gotiye: “Divê stratejiyeke me ya ji bo piştgiriya kurdan hebe.”

 

K24

Top