• Saturday, 27 April 2024
logo

Par li Şengalê 70 kesî xwe kuştiye

Gulan Media January 14, 2012 Civakî
Par li Şengalê 70 kesî xwe kuştiye
Çalakvanê mafên mirov li bajarokê Şengalê yê Duhokê Berekat Îsa, diyar kir, sala 2011ê li Şengalê, 70 kesî xwe kuştiye ku piraniya wan jin bûne. Îsal ji saziyên mafên mirov xwest, xelkê li bara vê arîşeyê de agahdar bikin.

Berekat Îsa, ji AKnewsê re got, sala 2001ê, li bajarokê Şengalê, 70 kesî xwe kuştiye ku piraniya wan jin bûne.

Îsa, diyar kir, yanê 90% kesên ku xwe kuştine, jin bûne û wiha pêde çû, şêwazên xwekuştinê jî, xweşewitandin, xeniqandin û çek bûye ku xweşewitandin ji hemû şêwazên din zêdetir bûye.

Çalakvanê mafên mirov, ragihand, hinek dibêjin tenê 40 kesî xwe kuştiye û sedema vê jî negihîştina termên wan bo nexweşxanê nîşan didin. Sedema herî bingehîn bo xwekuştinê, arîşeyên civakî tê nîşandan, ji ber wê divê saziyên mafên mirov xelkê li ser vê yekê agahdar bikin.

Piraniya xelkê bajarokê Şengalê, êzîdî ne.

AKnews
Top