Xêzanekê ji ber tunebûnê biryar girt ku 2 zarokên xwe bidin xelkê
Keç û kurekî Kejal Mihemed (27) û Pişder Mihemed Xidrî (34) hene. Ev 6 mehe Pişder bi nexweşiya movika piştê ketiye û ji ber wê yekê di rewşek xirab de dijîn. Lewra biryar girtine ku 2 zarokên xwe bidin xelkê.
Herdu jin û mêr dibêjin, eger rojane xelk xwarinê ji wan re neynin, ti tiştekî wan nîne ku bixwin. Hemû mala xwe jî di odeyekê de komkirine, xelkê dane wan û sobe jî bi qer (deyn) wergirtine. Dawiya zivistanê jî wê sobeyê vegerênin ji xwediyê wê re, wekî çawan dolaba berfê (selace, bozdolab) di demsala payîzê de ji xwediyê wê re vegerandin.
Kejal dibêje: “Êdî nikarim bi vî awayî berdewam bikim û karîna xwedîkirina zarokên min nemaye. Li mala me nan nîne ku em bixwin û ditirsim zarokên me ji birsan bimirin. Em xwarina ji ber cîranên me dimêne, dixwin. Ez ditirsim zarokên me ji birsan bimirin. Ji ber vê yekê me biryar daye ku zarokên xwe bidin xêzanek ku wan xwedî bike.”
Li ser nexweşiya Pişder re, Kejal bi xwe jî nexweşe. Tenê gurçîskeka wê heye û dilê wê jî kune. Wekî Kejal dibêje, di demên dawiyê de tûşî nexweşiya şeqîqe (ser êşiya berdewam) bûye. Çend caran bi girî ve ew yek dûbare kir ku wê heta mehekî din raweste, ger hikûmet û Wezareta Karûbarên Civakî berê xwe nedan wan, wê herdu zarokên xwe bidin xelkê; “Wê demê jî ezê tiştekê bênim serê xwe, lewra bila ji niha ve agehdariya hikûmetê ji vê yekê hebe.”