• Sunday, 27 October 2024
logo

Bav û birayê xwe kuştin û agir berda xanî

Gulan Media October 22, 2024 Civakî
Bav û birayê xwe kuştin û agir berda xanî

Li navçeya Tavasê ya bajarê Denîzliyê yê Tirkiyeyê kesekî bav û birayê xwe kuştin û agir berda xanî û reviya.

Li taxa Aydogduyê ya navçeya Tavasê, kesên ku dît dûman ji xaniyekî yekqatî derdikeve tîmên tenduristiyê, îtfaiye û polîs agahdar kirin.

Piştî ku agir ji aliyê îtfaiyeyê ve hat vemirandin, ekîbên ku ketin hundirê xanî dît ku Silêman P. (60) û kurê wî Muhammet P. (35) mirine.

Tîmên tenduristiyê piştî lêkolîna li cihê bûyerê, cenaze ji bo otopsiyê birin morga Saziya Bijîşkiya Dadî ya Denîzliyê.

Derbarê bûyerê kurê din ê malbatê yê bi navê K.P yê 28 salî li navenda navçeyê hat desteserkirin.

K.P. di îfadeya xwe de gotiye ku wî ji bav û birayê xwe pere xwestine lê wan pere nedanê û wî jî agir berdaye malê.

K.P. her wiha gotiye, nayê bîra wî ku wî di bûyerê de kêr an jî çek bi kar aniye yan na.

 

Rudaw

Top