• Sunday, 27 October 2024
logo

EDENE - Kesekî dayîk û pîrika xwe kuştin û bavê xwe birîndar kir

Gulan Media October 22, 2024 Civakî
EDENE - Kesekî dayîk û pîrika xwe kuştin û bavê xwe birîndar kir

Li parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê ciwanekî ku rewşa wî ya derûnî têk çûye dayîk û pîrika xwe kuştin û bavê xwe bi giranî birîndar kir.

Li navçeya Sariçamê ya Edeneyê ciwanê bi navê S.A. yê 26 salî ku nexweşê şîzofreniyê ye, dema di xew de bûn bi demançeyê gule li dayîk, pîrik û bavê xwe reşandin.

Di encama êrişê de dayîka S.A, Mintaha Aydina 61 salî û pîrika wî Ulfet Koseya 80 salî li cihê bûyerê mirin û bavê wî Îlyas Aydinê 63 salî jî bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Îlyas Aydin veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Edeneyê.

Hat zanîn rewşa Îlyas Aydin giran e û metirsiya wî ya canî heye.

Gumanbar S.A. jî ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Her wiha tîmên tenduristiyê termên Mintaha Aydin û Ulfet Koseyê birin morga Saziya Bijîşkiya Dadî ya Edeneyê.

 

Rudaw

Top