• Sunday, 20 October 2024
logo

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeya ronahiyê ragehand

Gulan Media October 18, 2024 Nûçe
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeya ronahiyê ragehand

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 17.10.2024 serdana taxa Şadiyê ya bajarê Hewlêrê kir û pirojeya ronahiyê ragehand, ku armanca wê pirojeyê dabînkirina elektirîka24 demjimêrî ji bo seranserê Herêma Kurdistanê ye.”

Piştî ku temaşeyî rewşa elektirîkê li çend mal û cihên bazirganî li taxa Şadiyê kir, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir tê de got, “Berî sê mehan wekî qonaxa ezmûnî ji bo vê pirojeyê taxa Şadiyê hat hilbijartin, ji bo ku em bizanin ew piroje dê çend serkeftî be.” Mesrûr Barzanî herwesa serdana çend mal û xwediyên karan kir, ew gelek razî bûn ku kareba niştîmanî ya 24 demjimêrî jê re hatiye dabînkirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa got, “Ji bilî taxa Şadiyê ku wekî taxa yekê ya Hewlêrê ji bo qonaxa ezmûnî ya vê pirojeyê hatibû pêşniyarkirin, di qonaxa duyê û bicihanîna seranserî ya vê pirojeyê de ji sibehê ve taxa Naznazê û paşî jî taxa Bextyariyê diçin ser elektirîk 24 demjimêrî.”

Herwesa tevî bajarê Hewlêrê, ev xizmetkarî ji bo tevaya dever û bajar û parêzgehên Herêma Kurdistanê tê dabînkirin. Niha jî çend tax li bajarên Silêmanî û Dihokê ji bo bicihanîna vê pirojeyê hatine destnîşankirin, lewma daxwaz ji desthilata xwecihî hatiye kirin ku alîkar bin û rêkaran bi cih bînin, ji bo ku ev piroje li wê derê û paşî li parêzgeha Dihokê û tevaya Herêma Kurdistanê bê bicihanîn.”

 

 

Basnews

Top