• Monday, 30 December 2024
logo

Wezîrê Derve yê Îranê piştî Beyrûtê geheşt Şamê

Gulan Media October 5, 2024 Nûçe
Wezîrê Derve yê Îranê piştî Beyrûtê geheşt Şamê

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê îro Şemiyê ragihand, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî geheşte Şamê, Paytexta Sûriyê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê amaje bi wê yekê kir, Ebas Iraqçî dê di serdana xwe de bi rayedarên Sûriyê re li ser geşedanên herêmî û pêwendiyên dualî gotûbêjan bike.

Iraqçî wek yekem serdana berpirsekî Îranê piştî kuştina Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrullah û tundbûna êrîşên Îsraîlê li ser çend deverên wî welatî, duh Înê gihîştibû Beyrûtê, Paytexta Lubnanê.

Iraqçî li Beyrûtê ji rojnamevanan re got: “Komara Îslamî ya Îranê piştevana Lubnanê û Şîeyên bû û dê bimîne, piştevana Hizbullahê bû û hîn jî piştevana Hizbullahê ye û pêwîst bû ez wiha bibêjim.”

Iraqçî her wiha got: “Tehran piştevaniya hewlên agirbestê li Lubnanê dike, bi şertê ku ji aliyê Hizbullahê ve were piştgirîkirin û hevdem ligel agirbesta li Xezeyê be.”

 

Basnews

Top