• Friday, 27 September 2024
logo

Desteya Navçeyên Kurdistanî: Em bi nîgeranî û guman li proseya serjimêriya Iraqê dinêrin

Gulan Media September 18, 2024 Nûçe
Desteya Navçeyên Kurdistanî: Em bi nîgeranî û guman li proseya serjimêriya Iraqê dinêrin

 Desteya Navçeyên Kurdistanî bi daxuyaniyekî derbarê metirsiya serjimêriya Iraqê ya bi wî awayî ku naha dixwaze bê kirin wek bi guman û nîgeranî pênase kir û amaje bi civîneke giring a aliyan li ser vê mijarê jî kir.

Îro 18.09.2024ê Desteya Navçeyên Kurdistanî bi daxuyaniyekî derbarê serjimêriya Iraqê de ragehand: Em bi guman û nîgeranî li proseya serjimêriya Iraqê dinêrin. Ji ber ku li aliyekî madeya 140 a destûrê nehatiye cîhbicîhkirin, li aliyê din jî ezmûna serjimêriya borî ezmûneke tall û bandorekî xirab li ser niştimanê me ava kiriye.

Li gor heman daxuyaniyê; Bi spasî ve encamên hewldanên Wezareta Plandanan û Desteya Amar a Herêma Kurdistanê dikin, ku karê cîdî hate kirin, ji bo nehiştina bandorên siyasî li ser vê pirsê. Lê bi baweriya me hîn pêwîste bi hestyarî li ser vê pirsê rawestan çêbe. Ji bo wê jî em li Desteya Navçeyên Kurdistanî, amadekariya me ya temam me kiriye ku roja 19.09.2024ê li Hewlêrê hevdîtineke siyasî li gel hêzên Kurdistanî yên navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê rêkbixin û bi hûrgilî helsengandinê ji bo vê proseyê bikin û şiyanan bikin yek û bi arasteya vegera temamê koçberan û xelkê berxwedêr ên wan navçeyan ku naha li bajarên din ên Herêma Kurdistanê ne.

 

Basnews

Top