• Wednesday, 15 January 2025
logo

Endamê Polîtburoya PDKê: Hewlên îro yên Parlamentoya Iraqê metirsîdar in

Gulan Media September 17, 2024 Nûçe
Endamê Polîtburoya PDKê: Hewlên îro yên Parlamentoya Iraqê metirsîdar in

 Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî îro 16.09.2024, peyamek derbarê civîna îro ya Parlamentoya Iraqê de li ser tora civakî “X” belav kir.

Hoşyar Zêbarî got: ““Rêkeftina yasayî ya îro ji bo derxistina sê yasayên kêşebar li parlemana Iraqê ya têkçûyî û di pratîkê de bêkaraktîf derbarê sererastkirina yasaya rewşa kesayetî ya bi pirsgirêk û metirsîdar û projeybiryara lêborîna giştî û biryarên dewletê yên li ser mal û milkên di dema rejîma berê de, karekî xirab û lihevkirinê ye û ji bo civak û dewleta sivîl peymaneke metrisîdar e.”

Parlamentoya Iraqê îro 16ê Îlonê li ser sererastkirina projeyasaya lêborîna giştî û sererastkirina yasaya rewşa kesayetî civiyabû.

Parlamenterên Êzidî yên Fraksiyona PDKê li dijî xistina yasaya lêborîna giştî di rojeva parlamentoyê de, rûniştin baykot kirin.

Parlamenterên Êzidî Şerîf Silêman Elî û Viyan Dexîl di wê baweriyê de ne ku ev yasa dibe rê û mekanîzmek ji bo derxistina terorîstan ji zindanên Iraqê.

 

Basnews

Top