Serokwezîr Serokatiya civîneke taybet bi perwerdehiyê kir
Behsa kar û çalakiyên komîteyeke taybetî hatiye kirin.
Bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî komîteya bawerîdayîn bi dezgehên perwerdehiyê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand:
Me gerînendetiya yekem civîna borda Emîndariya komîteya bawerîdayîn bi dezgeh û bernameyên perwerde û xwendina bilind li herêma Kurdistanê de kir.
Di civînê de amanc, peyam, nêrîn, bernameya navxwe, pêkhate, kar û desthilatên vê komîteyê hate pejrandin.
Komîteya bawerîpêdanê bi dezgeh û programên perwerde û xwendina bilind li herêma Kurdistanê, bi armanca pêşxistin, bilind kirina asta kiwalîtiya zanistî ya navendên xwendinê, zanîgehên kerta taybet û giştî, bi piştîvanî û piştgîriya hikûmeta herêma Kurdistanê û bi taybetî her du wezaretên xwendina bilind û lêkolînên zanistî û wezareta perwerde hatiye damezrandin.