• Wednesday, 15 January 2025
logo

Hoşyar Zêbarî: Serdana Pizîşkiyan bo Herêma Kurdistanê giring e û gelek peyaman hildigire

Gulan Media September 12, 2024 Nûçe
Hoşyar Zêbarî: Serdana Pizîşkiyan bo Herêma Kurdistanê giring e û gelek peyaman hildigire

Siyasetmedarê Kurd Hoşyar Zêbarî got, serdana Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan bo Herêma Kurdistanê girîng û pêşwazkirî ye û gelek peyaman hildigire.

Zêbarî li hejmara xwe ya tora civakî “X” nivîsî: “Ya herî giring, rêzgirtina li ewlehî û serxwebûna serweriya her du welatên cîran di hemû warên ewlehî, aborî, bazirganî û peywendiyên di navbera her du gelan de ye.”

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve tê pêşwazîkirin.

Ev yekemîn serdana Mesûd Pizîşkiyan bo Herêma Kurdistanê û Iraqê ye piştî destbikarbûna wî wek Serokkomarê Îranê.

Pizîşkiyan duhî 11ê Îlonê danê sibê gihîştibû Bexdayê û di kongreyeke rojnamevanî de got: “Peywendiyên me ligel Herêma Kurdistanê baş in û emê wan baştir bikin.”

Herêma Kurdistanê û Îran hevsînor in û sê deriyên fermî di navbera wan de hene, lewma her du alî hewla pêşxistina pêwendiyên bazirganî di navbera xwe de didin.

 

K24

Top