Serok Barzanî bo Îranê hat vexwandin
Li gel Serokkomarê Îranê civiya.
Îro li Hewlêrê Serok Barzanî pêşwaziya Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan kir.
Di civînê de giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraq û deverê hate kirin û tekez li ser hevahengî û pêşde birina têkiliyan di warê siyasî, abûrî û çandî di navbera h erêma Kurdistanê û Komara îslamiya Îranê de hate kirin.
Her di civîna han de Mesûd Pizişkiyan bi fermî Serok Barzanî bo serdan kirina Îranê vexwand.