• Wednesday, 15 January 2025
logo

Kurdistan û Îran têkiliyên xwe bihêztir dikin

Gulan Media September 12, 2024 Nûçe
Kurdistan û Îran têkiliyên xwe bihêztir dikin

Serokkomarê Îranê îro hatibû Hewlêrê.

Îro li balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan û şanda li gel kir.

Pişt re di civînekê de ku, her yek ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîr û wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên, Cîgirê Serokwezîrê herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û hijmareke din ji rayedarên her du aliyan têde beşdar bûn, Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî rixmî bixêr hatin kirina Pizişkiyan û kêfxweşiya xwe li hember vê serdana han, ragihand ku, yekem serdana Serokkomarê Îranê bo Îraq û herêma Kurdistanê peyameke girîng û bihêz ya dostatiyê bo her du aliyane.

Serokê herêma Kurdistanê di axaftinên xwe de behsa xwesteka herêma Kurdistanê bo pêşde birina têkiliyan û berfire kirina hevkarî û hevbeşiyê li gel komara îslamiya Îranê di tevahiya waran de kir û ev yek dubare kir ku, gelê Kurdistanê hertim bi rêzdarî ve li piştîvaniyên Îranê di rojên dijwar de dinêre.

Ji aliyê xwe ve Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan jî kêfxweşiya xwe li hember serdana xwe bo Îraq û herêma Kurdistanê diyar kir û ev yek anî ziman ku, komara îslamiya Îranê girîngiyeke zêde dide têkiliyên xwe yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê û welatê wî dixwaze di tevahiya waran de têkiliyên xwe yên li gel herêma Kurdistanê pêşde bibe û arîşeyên berdem vê proseyê nehêle.

Her du aliyan stayîşa têkiliyên dostane û kevnar yên Îranê li gel herêma Kurdistanê di warên siyasî, civakî û çandî de kir û pişt re jî Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr behsa asta niha ya têkiliyên abûrî û liv û tevgerên bazirganî û çawetiya berfire kirina wan liv û tevgeran û warên zêdetir kirina hevbeşî û hevkariya navbera her du aliyan de kirin.

Di berdewamiya civîna han de çend mijarên cîhên girîngiya hevbeş bo her du aliyan hatin nirxandin û behsa girîngiya parastina aramî û ewlekariya deverê hate kirin. Di vê derbarê de tekez li ser vê yekê hate kirin ku, herêma Kurdistanê ti carî nabe çavkaniya gefan bo ser Îran û welatên din yên cîran û bi temamî pêbendî rêkeftina ewlekarî ya di navbera Îran û Îraqê deye.

 

Piştî civîna han, bi amadebûna Serokê herêma Kurdistanê şanda Îranî li gel aliyên siyasî û pêkhateyên olî û etnîkî yên li herêma Kurdistanê civiya û di civînê de behsa girîngiya têkiliyên Îraq û herêma Kurdistanê yên li gel Îraqê û zengîniya olî û etnîkî hate kirin û tekez li ser aştî, bihevre jiyan, aramî û biratiyê di navbera gelên deverê û tevahiya pêkhateyan de hate kirin.

 

 

Top