Mesrûr Barzanî pêşwaziya Mesûd Pizişkiyan kir
Îro seat 8 gehêşte Hewlêrê.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan ku, duhê serdana Îraqê kiribû, îro seat 8ê sibê gehêşte Hewlêrê û ji aliyê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
Piştî bihênvedaneke kurt li balefirxaneya Hewlêrê Serokê herêmê û Serokkomarê Îranê çûne mala Serokê herêmê û dest bi civîneke du alî kirin.
Piştî re li Serokatiya herêma Kurdistanê Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî pêşwaziya Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan kir.
Biryare Pizişkiyan li gel Serok Barzanî jî bicive.