Hekar Mizûrî: Ji ber cehştiya desthilatdarên YNKê jiyana bi hezaran çalakvanên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê metirsiyê de ye
Çalakvanekî siyasî rexneyên tund li desthilatdarên naha yên YNKê dike û dibêje, ji ber cehştiya wan jiyana bi hezaran çalakvanên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li sînorê Silêmaniyê di metirsiyê de ye.
Piştî asayîşa YNKê li Silêmaniyê endamekî PDK-Î radestî Îtlaat (îstixbarat) a Îranê kir bi daxuyaniyekî asayîşa YNKê bangeşeya wê yekê kir ku qaşo Behzad Xusrewî mafê wî yê rûniştvaniyê li Herêma Kurdistanê nebûye û endamê ti aliyekî siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê nebûye û bi daxwaza xwe radestî Îranê bûye. Vê yekê jî çalakvanên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê aciz kir û bi wan wêneyan jî îspat dikin ku du belgeyên wî yên giring ên rûniştvaniyê hebûne û bangeşeyên asayîşa YNKê derewandin.
Vê derbarê de çalakvanê siyasî Hekar Axa Mizûrî ji BasNewsê re ragehand, mixabin xwefiroşî ya Bafil Talebanî û desthilatdarên YNKê hemû sînorên civaka Kurdistanê derbas kirine. ‘’Berê Mistefa Selîmî radestî Îranê kirin, wê demê herî kêm şerm ji wî tewanê xwe yê kirêt dikirin û înkar dikirin, lê vê carê ne tenê înkar nakin, bi awayekî pê serbilindin û Îran jî ji bo paqijkirina pîsiya YNKê vîdeoyekî nerast belav kir.’’
Herwaha got, mijar tenê ne radestkirina Behzad Xusrewî ye, YNK û desthilatdarên wê partiyê geheştine wê qonaxê ku şerm li ti tiştekî nakin û ti tiştek tine rê li wan bigre cehştiyê û xwefiroşiyê nekin. Ji bo wê ‘’bi hezaran kurdên Rojhilatê Kurdistanê bi dehan sale wek penaber li sînorê Silêmaniyê dijîn, bi piştrastî ve di vê qonaxê de jiyana hemûyan di metirsiyê de ye, ji ber Îran daxwaza her yek ji wan bike, Bafil şerm nake dê bi destê xwe bigre û radest bike.’’
Basnews