• Monday, 20 January 2025
logo

Grupeke ser bi PKKê êrîşî ahengeke xwendekaran kir û gelek xwendekar birîndar kirin

Gulan Media September 9, 2024 Nûçe
Grupeke ser bi PKKê êrîşî ahengeke xwendekaran kir û gelek xwendekar birîndar kirin

Grupeke ser bi PKKê di dema birêveçûna merasîma derçûna xwandekaran li bajarê Helebê bi awayekî ne rewa êrîş dikin ser xwandekaran û kesûkarên wan, di encam de gelek kes birîndar dibin.

Çalakvanê sivîl Mistefa Şêxo ji BasNewsê re ragehand: “Grupa Ciwanên Şoreşger yên ser bi PKKê, li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi awayekî nerewan êrîşî wan xwandekarên ku bi boneya derçûna xwe a li ezmûnên zanîngehê pîrozbahî dikirin, kir, ku ji aliyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)ve hatibû amade kirin, bêy ku sedema êrîşa wan bê zanîn.”

Li gor gotina wî çalakvanî, hejmareke berçav ya xwandekarên keç û kur kesên li wir amadebûn birîndar bûne û bi lez ji bo nexwaşxaneyan hatine rakirin.

Ji aliyê xwe ve Tora Resid a Sûriyê ya Mafên Mirov bi tundî ew êrîş şermezar kir û di daxuyaniyekî de ku wêneya wê bo BasNewsê şandiye, nivisîne: “Grupek ji rêxistina Ciwanên Şoreşger êrîşeke tund li ser hejmareke berçav ya xwandekar û heval û kesûkarên wan ku ji bo derçûna xwe pîrozbahî dikirin, di encam de ji bilî birîndarkirina hejmareke xwandekaran, tirs û xof jî dinava  mêvanên wê aheng-merasîmê de ava kir û amûrên ahenga wan jî hemî şikandin.”

Herwaha tekez jî kiriye, ew reftar binpêkirina eşkere ya mafên mirovan û azadiyên bingehîn e, di nav de mafê kombûna aştiyane û pîrozkirina destkeftiyên kesayetî û akademîk. . Di heman demê de ew reftarên ku li dijî hemî qanûnên navneteweyî û navxweyî ye ku azadiya kesane ji her tundûtûjiyek laşî û tirsandinê diparêze nîşan dide.

Ji aliyê xwe ve Partiya Demokratîk Yekitiya Demokratîk a kurd li Sûriyê li Helebê ku hevpeymaniyeke  PYDê ye, ew grup bi tundî şermezar kir.

Wê Partiya Sûriyê, di daxuyaniyekî de ragehandiye: “Êvara şeva şemiyê 07.09.2024, piştî ku zêdetir ji 200 xwandekar di ezmûnên qonaxa amadeyîde li gel girseyeke zêde û kesûkarên xwe li salona Starlight a li taxa Şêxmeqsûd ji bo pîrozkirinê kom bibûn û xelatkirina wan ji aliyê rêxistina me ve, nêzîkî 30 kes ji Ciwanên li Grupa Ciwanên Şoreşger û berpirsê wan hatin nav salonê, rexmê ku me bi awayekî xweşik pêşwaziya wan kir, lê dema merasîmê dest pê kir, li gel dirûşmên bo Ebdulah Ocalan, êrîşê pêşkêşkar û serperestên wê ahengê  û hejmareke kesên amadebûyî kirin, ciwanan dest bi lêdana xwandekar û mêvan û şikandina kursî û maseyên wan kirin û heqaret bi ala sembola rêxistina me kirin, bêy ku sedema êrîşkirinê ji me re bibêjin.”

Herwaha aşkera kir: “Rêxistina me salane ku ji bo derçûyên xwe ahengan pêk tîne û xwandekarên xwe yên serkeftî xelat dike, weke yên ku di 19ê Tebaxa 2024, li heman cihî me aheng pêk anî ji bo xwandekarên din û bo wê jî me destûra asayîşa navçeyê wergirtibû, lê piştî bûyerê û belavbûna mêvanan, hejmareke zêde ji asayîşê ya navçeyê jî gehîşte wî cihî.”

Herwiha tekez dikin ku ev kiryar bi plan û berevajiyê hemû etîk û prensîbên mafên mirovan, zanistî û pêşkeftinê û berovajî yasa û prensîbên rêveberiya xwecihî bû û ji bo nêzîkbûna cudahiyên Kurdistanê û navûdengê rêveberiya herêmî ziyandar e û daxwaz jî dikin ku li rêveberiya navçeyê, lêkolîna temam bike û cezayê yasayî bidin tawanbaran ku diviya ahenga wan biparastana, neku ziyana madî û canî bidinê.”


 

 

Basnews

Top