Karwan Sebah Hewramî: Projeya ku Mesrûr Barzanî kevirê wê ya bingehîn danî, mezintirîn projeya avê ye di dîroka Hewlêrê de
Rêveberê Giştî yê Çavkaniyên Avê yê Wezareta Çandiniyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, ku projeya dabînkirina avê ya lezgîn a Hewlêrê tenê ji hemû projeyên bajêr mezintire.
Rêveberê Giştî yê çankaniyên avê li Wezareta Çandiniyê Karwan Sebah Hewramî, di hejmara xwe ya tora civakî de belav kiriye, ew projeya ku îro Serokwezîr Mersrûr Barzanî kevirê bingehîn danî, hêza dabînkirina ava paqij bo mîlyonek û 900 hezar kesî dibe.
Ronî jî kiriye ku ew proje tenê, li hemû xetên avê mezintire. Di avabûna Hewlêrê ve heta niha projeya herî mezin a ava paqije, bi vê jî heta cihekî piştgirêdan bi ava jêrzeminê kêm dike.
Karwan Sebah Hewramî bal kişand ser wê yekê ku ji bilî mezinahiya wê, aliyekî din ê giring ê pirojeyê ew e ku dê bi hêza xwecihî bê avakirin û di demekî de ye jî ku ambargoyeke giran a aborî li ser Kurdistanê hatiye danîn û her roj astengî li pêşiya karê hikûmeta Herêma Kurdistanê tê kirin. ."
لآشسىثصس