• Wednesday, 15 January 2025
logo

Elî Reşîd: YNK û PKKê bazara Qeyserî ya Hewlêrê şewitandin û hikûmet ziyanlêketiyan qerebû dike

Gulan Media September 9, 2024 Nûçe
Elî Reşîd: YNK û PKKê bazara Qeyserî ya Hewlêrê şewitandin û hikûmet ziyanlêketiyan qerebû dike

YNK û PKKê ku ji bo hestên dukandarên bazara Qeyserî ya bajarê Hewlêrê di aliyê xwe de bikşînin ew polemîkên ku dikirin de şikestin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî dukandaran qerebû dike.

Vê derbarê de Serokê Encûmena Parêzgeha Hewlêrê Elî Reşdî ku yek ji wan saziyên destûrî ye ku di çarçoveya biryarên dijminane yên Dadgeha Federal a Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê de hat hilweşandin û ji BasNewsê re ragehand, tişta ku YNK û PKKê kir ango şewitandina bazarên hersê parêzgehên Hewlêr, Kerkûk û Duhokê bê exlaqiye û hîn jî bi temamî ronî nebûye wê grubê bi biryara rêveberiya YNKê ew tewan kir yan jî beşek ji partiyê li pişt wê tewanê bû. Lê li herdu rewşan de jî YNK û PKK berpirsê wê tewanî ne û divê xelkê Hewlêr, Kerkûk û Duhokê re aşkera bikin çima wekî dijmin li wan dinêrin û mulk û malê wan dişewitînin?

Herwaha got, YNKê şikest anî hemû ew propagandayên bi navê xemxwarî ji bo kasibkarên wê bazarê dikir ku her wan bixwe şewitand û ew hemû derew derketin. Ji ber ku kasibkaran ango esnafan jî bi çavê xwe dîtin wan bazara wan şewitand û dibînin kî wan qerebû dike û kî xema wan de ye. Ji bo wê jî ‘’Pêwîste YNK di cîha propagandayên berovajî divê xwe berçav re derbas bike û careke din dest nede tewanên waha, ji ber merc nîne xelk heta dawiyê wî tewanê kirêt ê YNKê re bêdeng bimîne.’’

 

Basnews

Top