• Wednesday, 15 January 2025
logo

Hikûmeta Iraqê li ser civîna Hewlêrê: Armanc yekkirina nêrînan ji bo çareserkirina pirsgirêkan e

Gulan Media September 8, 2024 Nûçe
Hikûmeta Iraqê li ser civîna Hewlêrê: Armanc yekkirina nêrînan ji bo çareserkirina pirsgirêkan e

Wezareta Derve ya Iraqê dibêje, armanca serdana Encumena Wezarî ya Aborî ya Federal bo Hewlêrê, yekkirina nêrînan ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera her du hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê de ye.

Encûmenên wezarî yên aborî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê îro 8ê Îlonê li Hewlêrê civiyan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Serokê Encûmena Wezarî ya Aborî ya Iraqê û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê, Fuad Husên serokatiya her du aliyan dikin.

Wezareta Derve ya Iraqê derbarê civîna her du encûmenan de di daxuyaniyekê diyar kir: “Armanca civînê, hevtêgihîştina Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser mijarên curbecur bi taybetî yên girêdayî mijarên aborî û darayî ye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Hevdîtinên hevbeş dê 2 rojan li Hewlêrê bidomin. Civînên teknîkî yên taybet û civînên hevahengiyê dê bêne kirin, bi mebesta yekkirina nêrînan û gihîştina bi çareseriyên bibandor.”

 

K24

Top